10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan

  • 13:49 21 Îlon 2022
  • Hiqûq
STENBOL - Bi hinceta ku di daweteke li Esenyurtê de şala kesk, sor û zer li xwe kirine, zava jî di nav de bi giştî 10 kes hatibûn girtin. Her 10 girtî jî di danişîna ewil a dozê de hatin berdan. 
 
Li Esenyurt a Stenbolê bi hinceta ku di dawetê de şala kesk, sor û zer li xwe kirine, zava û stranbêjên dawetê jî di nav de bi giştî derheqê 14 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Zava Mesût Karçik û 9 kesên din li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
Her 10 girtiyan jî di parastina xwe de sûcdariyên di îdianameyê de cih digirtin red kirin û xwestin ku bên berdan. 
 
Şandeya dadgehê jî bi sedema ku delîl hatine komkirin û rewşa wan a girtî jî da ber çavan û ji bo Aydın Kaplan, Burhan Topçu, Cahît Karçik, Îbrahîm Baran, Îbrahîm Kaplan, Mesût Karçik, Savaş Karçik, Şefik Karçik, Tahsîn Karçik û Umut Kaplan biryara berdanê da. Dadgehê ji bo muzîkjenan jî biryar da ku qedexeya wan a derketina derveyî welat bê rakirin û danişîn taloqî 19’ê çileya 2023’yan kir.