Daneşîna doza Fîgen Aras hat taloqkirin

  • 11:17 21 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
 
AMED - Daneşîna Doza aktîvsta jin Fîgen Aras hat taloqkirin.
 
Daneşîna doza Aktîvîsta jin û zarokan, endama Akademiya Jinê Fîgen Aaras ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" jê tê darizandin û jê re heta 15 salan ceza tê xwestin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Fîgenê tevli daneşînê nebû, lê parêzera wê Ruşen Seydaoglu li daneşînê amade bû. 
 
Makamê îdayê diyar kir ku ev lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin û xwest ku dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bê pirîsîn.
 
Parêzera Fîgenê Ruşen jî xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.
 
Dadgehê, xwest derbarê Fîgenê de ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku dosyayê rêve dibe re muzakere bê nivîsandin û doz taloqî 7'ê kanûnê kir.