Doza xelata ji bo JIN TV'yê hat taloqkirin

  • 11:37 15 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Rûniştina doza ji ber ku ji bo bernameya "Pencereya Kesk" JIN TV ji aliyê Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê ve hêjayî xelatê hat dîtin, li Tezcan Karakuş Candan û rêveberan hatibû vekirin, hat taloqkirin. 
 
Ji ber ku Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê xelat dabû bernameya "Pencereya Kesk" a JIN TV'yê bi idiaya "propagandaya rêxistinê" doz li Seroka Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê Tezcan Karakuş Candan û 6 rêveberên Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê hatibû vekirin. 2'yemîn rûniştina dozê li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Seroka Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê Tezcan Karakuş Candan, Sekretera Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê Nihal Evrigen, endamên rêveberiyê, Muteber Osmanpaşaoglu, Unal Kara, Tugba Arslan, Ece Yoltay û Ozgur Bayramoglu, parêzer û gelek kes li rûniştinê amade bûn. 
 
Şandeya dadgehê biryar da ewraqên kêm bên temamkirin û rûniştin taloqî 22'yê Mijdarê saet 14.00'an hat kirin.