Derbarê nûçegihana me Rabia Onver de daxwaza ceza hat kirin

  • 14:07 13 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
WAN - Dîroka rûniştina doza Rojnameger Rabia Onver a bi iddiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû vekirin, hat taloqkirin. 
 
Nûçegihana me Rabia Onver bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekirin kiriye bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin. Rûniştina ewil a dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Rabia, nûnerên MLSA’yê û rojnamevan tev li dozê bûn. 
 
Parêzera Rabia, Harîka Gunay Karataş a Hevseroka OHD’ê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. 
 
Rabia di danişînê de parastina xwe kir û diyar kir ku parvekirinên wê di çarçoveya azadiya derbirînê de bûne û tawanbariyê li ser xwe red kir. 
 
Parêzer Harîka Gunay Karataş da zanîn ku lêpirsînek li dijî hiqûqê ye û xwest derbarê miwekîla wê de biryara beraetê bê dayîn. 
 
Dozger derbarê dozê de mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest Rabia bi îdiaya "propaganda rêxistinê" were cezakirin. 
 
Şandeya dadgehê ji bo parêzer dikaribe parastina xwe bike rûniştin taloqî 23'yê îlonê kir.