Rapora otopsiya Garîbe Gezer 10 meh in nakeve dosyayê

  • 09:15 10 Îlon 2022
  • Hiqûq
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Garîbe Gezger a li girtîgeha Tîpa F ya Hejmara Yekê ya Kandirayê hat qetilkirin der barê mirina wê de lêpirsîn hatibû vekirin lê tevî 10 meh derbas bûye jî rapora otopsiyê nekirine nava lêpirsînê. Dosyaya îşkence û tecawizê ya Garîbeyê jî li DDB’ê ye.
 
Garîbe Gezer a li girtîgeha Tîpa F ya Hejmara Yekê ya Kandirayê dima piştî îşkence û tecawizê di 9’ê Kanûna 2021’ê de hat qetilkirin. Der barê mirina wê de ji kuştina qestî lêpirsîn hat destpêkirin lê tu pêşketin tune ye. Dosya biryara veşariyê li ser e û nahêlin parêzer jî xwe bigihînin agahiyan.
 
10 meh in rapora otopsiyê tune ye
 
Di ser qetilkirina Garîbeyê re 10 meh derbas bû lê hîna rapora otopsiyê neketiye dosyayê. Garîbe li qawişa ku tenê dima mirî hat dîtin û der barê wê de tevî gelek guman hebûn, tevî ku hatibû diyarkirin berê îşkence û tecawiz  lê hatibû kirin jî her tişt di tarîtiyê de hat hiştin. Ev jî rê li ber gelek pirsnîşanan vedike.
 
Gelek binpêkirin 
 
Garîbe di 2016’an de li Nisêbînê hat girtin, di pêvajoya girtinê de bi gelek binpêkirinan re hat rû hev. Garîbe li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê cezayê hucreyê girt û di Adara 2021’ê de surgunê girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê hat kirin. 22 roj cezayê hucreya lê hatibû birîn, qedya û Garîbeyê xwest biçe hucreya sê kesî. Lê bi zorê ew birin hucra yek kesî û wê jî bertek nîşan da. Gardiyanan di 24’ê Gulana 2021’ê de birin odeya îşkenceyê ya jê re dibêjin odeya bi sunger.
 
Tecawiz kirin, cezayê hucreyê danê
 
Gardiyanên jin û mêr îşkence li Garîbeyê kirin û tecawiz kirin. Garîbeyê tiştên jiya xwest bi nameyan vebêje lê her tim nameyên wê hatin sansurkirin. Garîbe di hucreyê de li ber kamerayan neçar ma hewcedariya tuwaletê pêk bîne. Garîbeyê ji ber li odeya sunger parçeyek sunger jêkir 11 roj cezayê hucrê lê hat birîn.
 
Lêpirsîn nehat vekirin!
 
Garîbeyê tiştên jiya di hevdîtinê de ji xwişka xwe Asya Gezer re vegot. Piştî vê lêpirsîna dîsîplînê lê hat vekirin. Ji ber vê 5 roj cezayê hucreyê dan Garîbeyê. Garîbeyê di îfadeyên da serdozgeriya komarê ya Kandira û Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê tecawiz vegot. Lê tevî vê lêpirsînek nehat vekirin.
 
Bi mehan şûnde xwe gîhand parêzeran
 
Garîbeyê li dijî îşkence û tecawizê xwest dawî li jiyana xwe bîne. Garîbeyê piştî saetan şûnde dibin revîrê lê tevî xwîna ji serê wê tê demek dirêj doktor wê derman nakin. Garîbeyê îşkenceya dîtibû piştî mehan şûnde karibû ji parêzerên xwe re bêje. Parêzer Eren Keskîn, Jiyan Tosun û Jiyan Kaya di cotmeha 2021’ê de der barê gardiyan û doktor Îsmaîl Ulker de serlêdana sûc kirin.
 
Beriya bê qetilkirin hişyar kiribû
 
Piştî nûçeya ajansa me şûnde bi zexta rayagiştî rêveberiya Girtîgeha Hejmar Yek a Kandira guherî. Garîbeyê di nameya şand ji ajansa me re da zanîn ku hinek be jî zext kêm bûne û ev hişyarî kiribû: “Ev der berbat e. Ji doktoran heta psîkologan heta rêveberiyê her kes li dijî me bi bertek in. Niha sekinîne lê her saniye di tetîkê de ne. Zextên li ser me bi dawî nebûne.”
 
Garîbeyê der barê îdareya girtîgeh û doktoran de bi hevkariya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê da û piştî vê di mijara 2021’ê de sewqî Saziya Tipa Edlî ya Kocaeliyê hat kirin. Garîbeyê tiştên jiya li ATK’ê vegot.  ATK’ê di 9’ê Mijdarê de rapor amade kir û tiştên Garîbeyê gotibû qeyd kir.  ATK’ê  Garîbe ji bo lêkolînek berfireh sewqî Duyemîn Saziya Îhtîsasê kir lê di vê pêvajoyê de dozgeriyê serî li îfadeya Garîbeyê neda.
 
Garîbe hat qetilkirin
 
Garîbe di 9’ê Kanûna 2021’ê de di hucreyê de qetilkirî hat dîtin.  Parêzerên OHD’ê ku xwestin biçin tevli otopisiyê bidin, heta çûn kar û barê otopsiyê li ATK’a Kocaliyê hatibû kirin.
 
Biryara veşariyê
 
Parêzerên Garîbeyê di 15’ê Kanûna 2021’ê de daxuyanî dan û diyar kirin ku biryara veşariyê danîne ser lêpirsîna der barê mirina Garîbeyê û lêpirsîn jî ji sûcê ‘kuştin ji qestî ya kesan’ hatiye vekirin.
 
Hevalên wê: Garîbe hat qetilkirin 
 
Parêzerên wê diyar kirin ku beriya Garîbe bê qetilkirin pê re hevdîtin kirine, moralê wê baş bûye û ji xwişka xwe cil xwestiye. Qetilkirina wê wek întîxar derbasî qeydan bû. Hevalên wê di hevdîtinên bi parêzeran re kirin de diyar kirin ku Garîbe hatiye qetilkirin û dema îdareyê Garîbe dîtine tu mudaxale nekirine û ji bo kamera bê sekinîne.
 
Yenî Akîtê hedef girt
 
Rojnameya Yenî Akîtê piştî qetilkirina Garîbeyê nûçeyek bi sernavê ‘HDP’î di şînê de ne, dewlet di hedefê de ye! Terorîstek din a li girtîgehê dihat xwedîkirin, mir’ weşand. Parêzeran der barê midûr û nivîskarê rojnameyê Alî Karahasanoglu de ji sûcê ‘li dijî bîranîna kes heqaret’  li serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê serlêdana sûc kirin. Lê ev jî bi neşopandinê encam bû.
 
Her wiha parêzerên Garîbeyê, Eren Keskîn, Jiyan Kaya û Jiyan Tosun di cotmeha 2021’ê de der barê peywirdarên girtîgehê de serlêdana sûc kiribûn û ev jî di 28’ê Kanûna 2021’ê de ji aliyê serdozgeriya  girtîgeha Kandirayê ve  bi neşopandinê encam bû. Serdozgeriyê bêyî li şahidan guhdar bikin, CD’ya li odeya bi sunger çi hatiye jiyîn lêkolîn bikin, bêyî rapora ATK’a Kocaeliyê li ber çavan bigirin biryara neşopandinê dan. Parêzeran di 5’ê Çileyê 2022’yan de daxwazname şandin Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê. Îtîraza ku parêzeran  li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kocaeliyê kiribûn jî hat redkirin.
 
Dosya li DDB’ê tê payîn 
 
Piştî redkirina serlêdanê parêzeran der barê îşkence û tecawiza ku Garîbe pê re hatibû rû hev, bi xalên 17, 40, 36 û 141 a Dadgeha Destûra Bingehîn re bi awayekî ku xalên 13, 3, 6 yên Peymana Mafê Mirovan a Ewreopa dihewîne di Adara 2022’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Lê heta niha bersiveke ne erênî ne jî neyîni hatiye dayîn.