Derbarê Esengul Kiliç de îdaname hat amadekirin

  • 16:02 9 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kiliç ku li ser esasê îfadeyên “şahida” bi navê Kezban Kûday doz lê hatibû vekirin, cezayê girtîgehê yê heta 15 salan jê re hate xwestin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îfadeyên “şahida” bi navê Kezban Kûday derbarê endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Meclisa Partiyê lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de di 20’ê gulanê de 10 kes hatibûn binçavkirin. Dozgeriyê derbarê Esengul Kiliç a yek ji wan deh kesan de bi daxwaza ku heta 15 salan cezayê girtîgehê lê were birîn îdianame amade kir. 
 
Di îdîanmeyê de hat îdîakirin ku Kiliç ji bo girseyan bi rêxistinê bide qezenckirin, bi taybetî jî di bin rêveberiya rêxistinê de perwerdeya îdeolojîk daye ciwanan û di vê çarçoveyê de perwerdeyeke îdeolojîk daye Kezban Kûday û di dema rêxistinbûyîn û xebatên rêxistinkirinê de xaniyekî hucreyê bi kar aniye.
 
Di îdianameya hate amadekirin de hat îdiakirin ku Esengul belgeyên ku di xebatên rêxistinî de bikar tîne, li gorî fermanên rêxistinê tevgeriyaye, di vê çarçoveyê de têkiliyên organîk ên bi rêxistinê re danîne û bi çalakiyên xwe yên diyarkirî yên ku berdewamî, pirrengî û bi zanebûn û bi dildarî pêk tîne, hatiye fêmkirin ku di avaniya hiyerarşîk a rêxistinê de cih girtiye.
 
Îdianameya ku tê xwestin Esengul bi îdiaya endamtiya rêxistinê ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan bê cezakirin ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û ji bo danişîna dozê jî dîroka 18’ê cotmehê hat dayîn.