Li rojnameger Sadiye û Sadik cezayê girtîgehê hat birîn

  • 13:42 8 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
STENBOL - Li ser esasgirtina beyanên şahidekî ku qet tev li danişînan nebûyî, ji “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sadik Topaloglû û Sadiye Eser hate birîn. 
  
Danişîna biryarê ya doza rojnamevan Sadik Topaloglû û Sadiye Eser ên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin. Di danişîna Sadiye û Sadik tev li nebûyî de parêzer Ayşe Acînîklî û Ozcan Kiliç amade bûn. Seroka Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) ya Stenbolê Banû Tûna jî şopand. 
 
'Mutalaa bêbingeh e'
 
Parêzer Ozcan Kiliç ê di danişînê de parastin kir, diyar kir ku dozger îdiayên xwe li ser îdiayên Ozgur Baran ava dike lê Baran tev li yek danişînê jî nebûye. Ozcan da zanîn ku îdiayên şahidê ku rûbirû nehatiye guhdarkirin nikare li ber çavan bê girtin û bal kişand ser biryarên Dadgeha Bilind. Ozcan da zanîn ku Eser 10 sal in rojnamevantiyê dike, doza niha dozeke ku rojnamevan lê tên darizandine û anî ziman ku straneke kurdî ya di telefona Eserê de weke delîl xistine nava dosyayê. Ozcan, destnîşan kir ku mutalaa bêbingeh e û daxwaza beraetê kir. 
 
‘Delîleke şênber di holê de nîne’
 
Parêzera Sadik, Acînîklî jî diyar kir ku dozger dosya lêkolîn nekiriye, şahidekî ku beriya niha di çarçoveya dosyayê de îfade da bi lêv kir ku muwekîlê wê nas nake. Acînîklî, da zanîn ku qasî du salan Ozgur Baran ê beyanên wî di dosyayê de hene geriyan e lê nehatiye yek danişînê û wiha got: “Ger delîlên bûyerê îfadeya şahid be divê bê guhdarkirin. Eger nehatibe guhdarkirin, ji bo darazê esas nayê girtin. Kesê qala wî tê kirin li ser esasê poşmaniya bi bandor hatiye darizandin û hatiye berdan. Gotiye ji ber berjewendiyên xwe navan nas dike, ji ber vê yekê îfadeyên wî ne bawer in. Dadgeha Bilind biryar da ku îfadeyên ‘îtîrafkar’ ji bo darizandinê esas neyê girtin.” Acînîklî diyar kir ku muwekîlê wê nikare li ser nûçe û wêneyan bê cezakirin û got: “Delîleke şênber di holê de nîne. Tiştên ku weke delîl hatin pêşkeşkirin hemû hatin pûçkirin.” Acînîklî, daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir. 
 
Ceza hat birîn
 
Dadgeha piştî parastinan biryara xwe aşkere kir, li Eser û Topaloglû ji “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn.