Parêzerên bi Aysel Tugluk re hevdîtin kirin: Divê demildest bê berdan

  • 12:02 30 Tebax 2022
  • Hiqûq
STENBOL - Parêzerên OHD'ê yên bi Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye û korona derbas kir re hevdîtin kirin gotin Ayselê peyvan jî bi zorê bi bîr tîne û divê demildest bê berdan. 
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye û li 1'emîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tipa F a Kandirayê tê girtin nexweşiya Virusa Koronayê jî derbas kir. Parêzerên Şaxên Stenbol û Îzmîrê yên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên bi Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye û korona derbas kir re hevdîtin kirin gotin Ayselê peyvan jî bi zorê bi bîr tîne û divê demildest bê berdan. 
 
'Wê hiqûqê rojekê ji her kesî re lazim bibe'
 
Parêzeran diyar kirin ku di her hevdîtinê de ew dibînin ku rewşa Ayselê ji ber şerd û mercên giran ên girtîgehê xirabtir dibe û gotin:"Em dîsa bûn şahid ku hiqûqa Tirkiyeyê pêk nayê. Wijdan kwîr, ker û bê ziman e. Di hiqûqa dijminatiyê de israr dikin. Em wateyê nadin vê yekê. Em dibêjin wê hiqûqê rojekê ji her kesî re lazim bibe."
 
'Peyv jî nayê bîrê'
 
Parêzeran anîn ziman ku peyv jî nayên bîra Ayselê û wiha lê zêde kirin:"Girtina Ayselê îşkence ye. Em dibînin ku pirsgirêka dengeyê zêde dibe û Ayselê nikare bi pênûsê jî bigire. Behsa efûyê tê kirin lê belê divê ev bi awayekî wekhev pêk bê. Dem dereng dikeve. Wefata girtiyên nexweş ên vê dawiyê encama vêya ye. Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de hestiyar tev bigerin."