Doza Kobanê: Em vê şandeya dadgehê red dikin

  • 13:25 29 Tebax 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di 16'emîn danişîna Doza Kobanê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk tê û di danişînê de parêzer got: "Heke şandeya dadgehê venekişe, em ê vê şandeyê red bikin. Her wiha em daxwaz dikin ku Bahtiyar Çolak di vê dozê de wek şahîd bê guhdarkirin."
 
Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 
 
Li gel parêzeran, parlamenterên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest bi pê kir. 
 
Danîşîn bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demîrtaş dom kir. Selahattîn diyar kir ku di belgeyên ku li dosyayê hatine zêdekirin qebûl nekir û got: "Bahtiyar Çolak ê ku ev îdianame qebûl kir û me darizand, bi hincetên giran niha tê darizandin. Qeydên kasetên serokê heyeta ku me darizand xeternak in. Ev darizandina me nikare bidome ji ber ku di hemû qonaxên darizandinê de nirxandinên Bahtiyar Çolak heye. Ji ber ku em dizanin ku Bahtîyar referansê ji Devlet Bahçelî Serokê Giştî yê MHP'ê girtiye. Em dizanin ku dozgerên ku talîmatên MHP'ê esas nagirin çawa tên tehdîtkirin. Dewlet Bahçelî li vî welatî hevkarê rêveberiya esasî ye. Serokkomariya Erdogan sembolîk e. MHP ji bo girtina HDP'ê bi aşkerayî bang kir û ji bo em ceza bigirin bang li meclîsê kir. Doza Kobanê û girtina doza HDP'ê ji bo îqtîdarê mijareke girîng e. Bahtiyar Çolak got 'Di nav dewletê de dewletek hat avakirin'. Niha em nikarin vê tiştî piştguh bikin. Şandeya dadgehê dê di dîroka Tirkiyeyê de wek lekeyek reş derbas bibe. Em daxwaz dikin ku ji bo qusûrên heyî ji holê bê rakirin divê navber bidin danîşînê." 
 
Piştî Selahattîn Demîrtaş parêzer Cîhan Aydin axivî û got: "Em daxwaz dikin heyeta dadgehê dev ji dosyayê berde. Selahattîn Demîrtaş ji hêla Devlet Bahçelî û Suleyman Soylû ve hedef hat girtin. Bi sala ne îqdîtar di nava darazê de li hember muxalîfan bûye xetereyeke mezin. Ji ber ku Bahtiyar Çolak bi hinceta endamtiya rêxistineke sûc tê darizandin û gelo di vê rewşê de şandeya dadgehê çawa bêalî be. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destura Bingehîn (AYM), girîngiyê dide bêalîbûna helwesta dadgehê, lê belê êdî daraza Tirkiyeyê ne bêaliye. Hincetên redkirina me ya şandeya dadgehê di cih de ye. Di şert û mercên wisa de divê şandeya dadgehê vê dozê neşopîne. Heke şandeya dadgehê venekişe, em ê vê şandeyê red bikin. Her wiha em daxwaz dikin ku Bahtiyar Çolak di vê dozê de wek şahîd bê guhdarkirin."

Etîketan:

kobanê doz