Derbarê 11 jinan de doz hat vekirin

  • 16:09 17 Tebax 2022
  • Hiqûq
AYDIN - Li Aydinê derbarê 11 jinên HDP’î ku beriya salek û nîvê piştî hatin binçavkirin û berdan, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin. 
 
Li navend û navçeyên Aydinê di 14’ê sibata 2021’an de 11 jinên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serdegirtinên malan de piştî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin hatin berdan. Derbarê 11 jinan de doz hate vekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Aydinê hate amadekirin, ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê ve hate qebûlkirin. 
 
Di îdianameya ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” Hevseroka HDP’a Aydinê Aysel Batyar Onsel jî di nav de derbarê 11 jinan de hatiye amadekirin de çalakiyên hatine kirin û daxuyaniyên çapemeniyê weke sûc hatine hesibandin. Muzîkên kurdî ku di çalakiyan de hatine guhdarkirin weke delîlê sûc hatin nîşandan. Dîsa roportajên ku jinan dane çapemeniyê di îdianameyê de cih girtin û hate îdiakirin ku jinan bi van roportajan ferman dane. 
 
Danişîna ewil a doza derbarê jinan de hatiye vekirin wê di 11’ê mijdarê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê were dîtin.