Doza Kobanê: Bila heyeta dadgehê bêalî be

  • 14:08 5 Tebax 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de berdewam dike. Endama MYK’a HDP’ê Meryem Adibellî diyar kir ku şahidên di Doza Kobanê de hatine guhdarkirin derewan dikin û got: “Şahidên navê wan eşkere û veşarî hemû xebatkarên kadroyî yên emniyetê ne.” 
 
Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.  
 
Li gel parêzeran, parlamenterên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest bi pê kir. 
 
Danişînê bi beyanên endama MYK’a HDP’ê ya berê Meryem Adibellî dewam kir. 
 
Meryem bal kişand ser îfadeyên şahidên navê wan veşarî û navê wan eşkere û got: “Îfadeyên bi nakokî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Şahidan derewan li ser derewan kirin. Heyeta we jî li derewan guhdar kir. Hûn ê çawa ji nava van îftirayên li me hatine kirin derkevin?” 
 
Meryem îfadeyên şahid Kerem Gokalp bi bîr xist û wiha axivî: “Ez bawerim 7 an jî 9 sal li çiyê maye. Dibêje ku li wir perwerdehiyek Marksîst-Lenînîst dîtiye. Gotibû ku ez ji li wir di komîteya perwerdehiyê de cih digirim. Lê di danişînê de min nas nekir. Dozger jî mîna ku nederew be, van îdiayên pûç li mutalaya xwe zêde dike. Di destê dozger de reçeteyek heye û heman dermanî ji her kesî re dinivisîne. Şahidên navê wan eşkere û veşarî hemû xebatkarên kadroyî yên emniyetê ne. Dixwazin bi van îfadeyan HDP’ê bêqîmet bikin. Şahid dixwazin me îllegalîze bikin. Şahid Baran bi xwe got, îfade ne aydê wî ne polîsan bi xwe amade kiriye. Em carek din dibêjin, tevahiya xebatên me xebatên qanûnî û siyasî bûn. Ez tehliyeya xwe dixwazim.”
  
Endama MYK’a HDP’ê ya berê Ayşe Yagci jî diyar kir ku derbarê wê de tu delîlek şênber nîne û xwest bê berdan. 
 
Piştre endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Pervîn Oduncu jî da zanîn ku heyeta dadgehê dixwaze delîlan çêbike û ew li ser daxwaza îktidara siyasî tên darizandin û cezakirin. Lê viya ji bîra nekin wê rojek hiqûq ji her kesî re lazim were. Em dixwazin ev bêedaletî ji holê rabe. Ez heyeta dadgehê vedixwînim ku bêalî bimîne.” 

Etîketan:

kobanê doz