'Ên jinan tune dihesibînin em jî wan tune dihesibînin'

  • 09:05 26 Tîrmeh 2022
  • Hiqûq
AMED - Parêzer Elif Îpek Tirenç Ulaş têkildarî biryara Peymana Stenbolê ya Dadgeha Bilind da wiha got:"Tehemula me ya li dijî nenaskirina mafê jinan tune ye. Ên jinan tune dihesibînin em jî wan tune dihesibînin."
 
Serokomarê AKP'ê yî Tayyip Erdogan piştî biryara vekişaninda ji Peymana Stenbolê dabû jinan doz li Dadgeha Bilind vekiribûn. Piştî dozê Daîreya 10'emîn a Dadgeha Bilind biryara feshkirinê erê kir. Jinan li ser vê yekê li her derê welat dest bi çalakiyan kirin. 
 
Endama Komeleya Jinan a Rosayê û parêzer Elif Îpek Tirenç Ulaş biryara Dadgeha Bilind nirxand. 
 
'Dozên betalkirinê hatin vekirin'
 
Elifê da zanîn ku Peymana Stenbolê wekheviya zayenda civakî parastiye û wiha got:"Hemû welatên ev peyman îmze kirin jî wekhevî parastin. Tirkiye her çiqas ev peyman îmze kir jî di meriyetê de pêk neanî. Di 20'ê Adara 2021'ê de jî nîvê şevê vekişandina ji peymanê hat îlankirin. Li dijî vê yekê jinan bertekên xwe nîşan dan. Baroyan, rêxistinên hiqûqê, hekîmên diran, dermanfiroş, bijîşk, endezyar, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan û gelek kesî li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Bilind dan, dozên betalkirinê hatin vekirin."
 
'Civak li peymanê xwedî derket'
 
Elifê bi lêv kir ku civak li peymanê xwedî derket û wiha pê de çû:"Her çiqas peyman ji aliyê kesekî ve hatibe feshkirin û komeke biçûk piştgirî dabe vê yekê jî civakê li dijî vêya bertek nîşan da. Ji aliyê daîreya dozê ya Dadgeha Bilind ve bi dengên zêde doz bi hinceta li gor zagona û hiqûqê ye hatin redkirin. Me wekî jinan pirsa 'li Dadgeha Bilin mirovên hiqûqê û dadger hene'. Em di pêvajoya darizandinê li bersiva vê pirsê geriyan."
 
'Ên jinan tune dihesibînin em jî wan tune dihesibînin'
 
Elifê da zanîn ku Dadgeha Bilind bi vê biryarê nîşan daye ku ew wekheviya zayenda civakî û mafê jiyanê nas nake û wiha lê zêde kir:"Jixwe pêkanîna vê feshkirinê ya bi tena serê xwe tê wateya îlankirina dijminatiya jinê. Jin ji dîrokê heta niha li berxwe didin. Em wekî jin, parêvanên mafê mirovan ên jin û Komeleya Jinan a Rosayê perçeyekî têkoşîne ne. Tehemula me ya li dijî nenaskirina mafê jinan tune ye. Ên jinan tune dihesibînin em jî wan tune dihesibînin."