Doza parêzerên Rêberê PKK’ê hat taloqkirin

  • 11:07 19 Tîrmeh 2022
  • Hiqûq
 
STENBOL - Doza derheqê 46 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatiye vekirin, hate taloqkirin. 
 
Di 22’yê mijdara sala 2011’an de 46 jê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi giştî derheqê 50 kesan de di bin navê “KCK’ê” de doz hatibû vekirin. 22’yemîn danişîna dozê li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayan a Stenbolê hate dîtin. Doz, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” hatibû vekirin. Di danişînê de parêzer Asya Ulker, Rezan Sarica, Mahmût Taşçi û Mazlum Dînç amade bûn. Parêzeran di danişînê de mafê axaftinê girt û xwestin ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. 
 
Dadgehê jî biryara xwe ya navberê aşkera kir û got ku dê li benda encama dozên bi heman îdiayan li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tên dîtin bisekinin. Danişîna dozê taloqî 24'ê çileyê hate kirin.