Biryara parastina jina ku ewlehiya wê tunebû hat rakirin

  • 09:01 14 Tîrmeh 2022
  • Hiqûq
 
 
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Jina bi navê Halîme Karakaş ku ji aliyê Mehmet Kadrî Karakaş ve dihat tehdîdkirin û ewlehiya canê wê tunebû, der barê wê de biryara parastinê hatibû girtin lê biryar hat redkirin. Îtîraza ji bo rakirinê hat kirin jî hat redkirin.
 
Li Amedê jina bi navê Halîme Karakaş ji aliyê Mehmet Kadrî Karakaş ê ku pê re zewicandî û di asta destberdanê de bû ve hat tehdîdkirin. Der barê Halîmeyê de biryara parastinê hatibû dayîn. Lê biryar ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Malbatê ya Amedê ve hat rakirin. Parêzer îtîrazî biryarê kir lê 3’yemîn Dadgeha Malbatî ya Amedê red kir.
 
Dadgehê red kir
 
Parêzera dosyayê Elîf Îpek Tîrenç Ulaş bertek nîşanî biryara dadgehê da û bi van gotinan nirxandin kir: “Dadgehê der barê Mehmet Kadrî Karataş de di çoveya qanûna hejmar 6284’an de biryara dûrxistinê da. Biryar bi hevkariya emniyetê hat teblîgkirin, lê hat fêmkirin ku teblîgî aliyê hember nehatiye kirin. Me jî bi daxwazanemeyekê daxwaz kir biryara rakirinê bê betalkirin û me diyar kir ku 2’yemîn Dadgeha Malbatî ya Amedê der barê Mehmet Kadrî Karakaş de biryara tedbîrê daye lê Mehmet Kadrî Karakaş Halîme Karakaş nerehet kiriye û ji ber vê sedemê biryara bi zorê hepskirina wê hatiye xwestin. Di bûyera şênberde; di dosyaya hatiye lêkolînkirin de 2’yemîn Dadgeha Malbatî ya Amedê  daxwaz red kir û biryar da dosya radestî dadgehê bê kirin.”
 
Elîfê da zanîn ku gumanbar di meha çaran re biryara parastinê binpê kiriye û ji ber serlêdanên gilîkirinê jî ji gumanbar re nehatiye teblîgkirin hatiye redkirin.
 
Elîfê her wiha dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê serî li rêyên hiqûqî bidin.