Delîlên derbarê Dîlekê de ji holê rakirin

  • 09:04 12 Tîrmeh 2022
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Li Bismil a Amedê, Ahmet Bîtgîn hewl da ku Dîlek Bîtgîn qetil bike, parêzera Dîlekê, Şîrvan Yakut da zanîn ku delîl ji aliyê gumanbar û xizmên wî ve hatine paqijkirin.
 
Li Bismil a Amedê di 10’ê mijdara 2021’ê de Dîlek Bîtgîn, ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî Ahmet Bîtgîn ve bi êrişê rûbirû mabû û bi çekê bi giranî birîndar bibû. Heman rojê gumanbar hat binçavkirin û 11’ê mijdarê de hat girtin. Xizma gumanbar Pakîze Bîtgîn jî delîl ji holê rakibûn. Li ser van tiştên hatin jiyîn Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gumanbar de ji sûcên ‘ji qestî teşebusa kuştina kes’, ‘Bi çekên bê ruhsat girtina guleyan û li ser xwe gerandin’, der barê Pakîze Bîtgîn de jî ji sûcên ‘Tunekirin û veşartina delîlan’ îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûkirin û heta niha du rûniştinên dozê hatine dîtin.
 
Parêzera dozê Şîrvan Yakut, der barê pêvojoya dadgehê û îşkenca sîstematîk ya li ser Dîlekê de axivî.
 
Şîdet bi heman awayî didome
 
Şîrvanê da zanîn ku Dîlek û gumanbar li navçeya Tarsûs a Mêrsînê dizewicin û got: “Di meha duyem a zewacê de têkiliya gumanbar bi jinek din re dertê holê. Dîlek çawa hîn dibe, tê Amedê cem malbata xwe. Ji ber mehra fermî tûnebû zewac jî bi fîîlî diqede. Gumanbar bi malbata jina din re jî pirsgirêkê dijî û ew jî tê Amedê. Malbata Dîlek û gumanbar tên gel hev û wan lihev tînin. Lê şîdeta li ser Dîlekê didome. Tevî ducaniye jî şîdetê dibîne. Ji bo pirsgirêk neyên jiyîn jî ji malbata xwe re nabêje.”
 
Şîrvanê, destnîşan kir ku gumanbar her tim li serê Dîlekê dixe û wiha bi lêv kir: "Sedema vê jî ev e ku di serê wê de xesar derkeve holê, hişê xwe winda bike. Gumanbar her tim şîdetê li zarokan û Dîlekê dike. Lê Dîlek ji tirsan naçe cem polîs. Herî dawî Dîlek nikare zêde li ber xwe bide diçe ku gilî bike û gumanbar û yên derdorê wê di rê de didin sekinandin. Her wiha têkiliyên wî bi 3 jinên din re derdikeve holê. Dîlek dema dipirsê ew jî bersiva 'Ez çi bixwazim ez ê bikim' dide."
 
‘Hewldana qetilkirinê’
 
Şîrvanê destnîşan kir ku Dîlek li dijî van tehemula wê nabîne, serî natewîne û wiha bi lêv kir: “Gumanbar şîdeta psîkolojîk jî lê dike. Gumanbar zextê lê dike ku Dîlek dawî li jiyana xwe bîne. Dîlek teşwîqê întîxarê kiriye. Fêm dike ku Dîlek dawî li jiyana xwe nayne ew dikeve hewldana qetilkirinê. Tevî Dîlekê bi giranî birîndar dike jî, hewl dide bêje întîxare û îşkencê lê dike. Zarok vê rewşê dibînin.”
 
‘Hemû delîl hatine tunekirin’
 
Şîrvanê anî ziman ku Dîlekê bi ambulansê nabin,  cîranê wan tê dibe nexweşxanê û di vê mijarê de jî wiha diyar kir: “Dema Dîlekê dibin jî gumanbar naçe. Gumanbar agahî dide jinbira xwe Pakîze Bîtgîn û dibêje malê paqij bike. Pakîze jî paqij dike. Di vê mijarê de delîlên der barê gulereşandinê de tune. Bêguman piştre gumanbar tê girtin. Bi hevkariya pedagogan îfada zarokan hat girtin. Em di encama îfadeyê de dibînin ku zext li zarokan hatiye kirin. Zarok jiber diaxivin. Ji aliyê psîkolog û pedagogan ve jî rapor hat tayînkirin. Di raporê de tê dîtin ku malbat rê didin ber zarokan. Hemû malbat dizane ku Ahmet Bîtgîn şîdet li Dîlekê dkir. Lê tevî vê kes nabêje me dîtiye. Lê her tişt li heman malê tê jiyîn. Ne pêkane ku nebînin.”
 
Şîrvanê dawiya axaftina xwe de cih da van gotinan: “Di rapora edlî ya Zanîngeha Dîcleyê daye de jî tê dîtin ku Dîlek bi awayekî sîstematîk şîdet dîtiye. Beriya hewldana qetikirinê, ji ber şîdeta li Dîlekê hatibû kirin li milên wê birînên mezin û rewş hebûn. Di vê rewşê de me her tişt anî ziman, lê parêzerên gumanbar îdia kirin ku ev ne nîşaneya şîdetê ye. Bêguman mafê parastinê pîroze lê di dosyayên wisa de bûyeran dibin aliyên pir cuda.”