Baroya Wanê li ber edliyê daxuyanî da

  • 13:00 7 Tîrmeh 2022
  • Hiqûq
WAN - Baroya Wanê, derbarê parêzerên ku hatin qetilkirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin "Mahkumkirin êşa me sivik nakin." 
 
Parêzerên endaên Baroya Wanê li ber avahiya edliyê daxayanî dan. Daxuyanî li ser navê parêzeran ji aliyê Cîgirê Serokê Baroyê Hamza Çîftçî ve hat xwendin.
 
Hamza got, "Êdî em ji nivîsandina belavok û gitina şînê bêzar bûne. Mahkumkirina bersûcan a bi cezayên muebetê êşa me sivik nake û her parêzerekî/e tê kuştin ji me bi xwe re parçeyekî dibe."