Derbarê polîsê ku bi kûçikan îşkence li Rojbîn kir de biryara neşopandinê hat dayîn

  • 09:38 6 Tîrmeh 2022
  • Hiqûq
AMED - Ji polîsên ku di dema binçavkirinê de bi kuçikan îşkence li Rojbîn Çetîn a HDP'î kiribûn derbarê 10 polîsan de biryara neşopandinê hatiye dayîn û derbarê polîs Serdar G. de jî bi sûcê "birîndarkirina hêsan" doz hatiye vekirin. 
 
Di 26'ê hezîrana 2020'an de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de polîsan li Amedê avêtibû ser mala endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endama Desteya Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevîl Rojbîn Çetîn. Di dema avêtina ser malê de polîsan bi kuçikan îşkence li Çetîn kiribû. Lêpirsîna derheqê polîsên bi kuçikan îşkence kiribûn de temam bû. Derheqê 10 polîsan de ku bi kuçikan îşkence li Çetîn kiribûn û ew taciz kiribûn, bi çekê gef lê xwaribûn û heqaret lê kiribûn biryara neşopandinê hatiye dayîn û derbarê polîs Serdar G. de jî bi sûcê "birîndarkirina hêsan" îdianame hatiye amadekirin. 
  
Piştî binçavkirinê parêzerê Rojbîn Çetîn, Mehmet Ozer, Serokê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Mûharrem Şahîn û parêzerê HDP'ê Kenan Maçoglû giliyê polîsan kiribûn û Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî bi sûcên "tacîz", "bi çekê gefxwarin", "heqaret" û "birîndarkirina hêsan" derbarê 11 polîsan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya polîsan hatibû wergirtin. Polîsan tiştên pê dihat tawanbarkirin red kiribûn û polîsên tîmên taybet ên derî şikandibûn û bi kuçikan ketibûn hundir jî heman îfade dabûn. 
 
Polîsan di îfadeya xwe de derpêş kiribûn ku her tişt li gor usûlê kirine û gava Rojbîn hewl daye xwe ji şaneşînê bavêje kuçik jî ji bo wê wê asteng bike bi nigê wê girtine, lê gava Rojbîn pehîn avêtiye kuçik jî nigê wê gez kiriye. Polîsan di îfadeya xwe de gotiye wê kêliyê mudaxileyî kuçik kirine, lê ji ber ku Rojbîn bi helwesteke "rêxistinê" li ber xwe daye wan jî ji bo wê bêbandor bikin tevgeriyane. Her wiha polîsan derpêş kiriye ku Rojbîn ji wan re gotiye, "Ez endama partiyeke siyasî me, min şaredarî kiriye, ez ê we, peywira we hemûyan bidim betalkirin,, bêj...n TC'ê." 
 
Dozgeriyê ku lêpirsîn temam kir di biryara xwe de xwestiye ku têkildarî sûcên "tacizê", "bi çekê gefxwarin" û "birîndarkirina hêsan" delîline berbiçav tune ne" û derheqê 10 polîsan de biryara neşopandinê daye. Dozgeriyê derheqê perwerdekarê kuçikan Serdar G. de jî bi sûcê "birîndarkirina hêsan" îdianame amade kiriye. 
 
Piştî biryara veşarî ya li ser dosyeyê hat rakirin derket holê ku Serdar G. berê jî li Amedê bi kuçikan îşkence li Şeyhmûs û Menîce Yilmaz ên hevjînên hev kiriye û bi sûcê "birîndarkirina hêsan" derbarê wî de doz hatiye vekirin. 
 
Di îdianameyê de hatiye xwestin ku Serdar G. bi sûcê "birîndarkirina hêsan" bê cezakirin. 
 
Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya 9'an a Amedê ve hatiye qebûlkirin û dê danişîna ewil di 9'ê îlona 2022'yan de bê lidarxistin. (MA)