Rûniştina hevşaredar Filiz Buluttekin hat taloqkirin

  • 14:40 5 Tîrmeh 2022
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina Hevşaredara Sûrê Filiz Buluttekin a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, hat taloqkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Amedê de navend Amed di 16'ê Adarê de bi ser malan de hat girtin tevî siyasetmedar, nûnerên rêxistina civaka sîvîl 25 jin hatibûn binçavkirin. Ji 25 jinan jê 7 di 18'ê Adarê de derketibûn dadgehê û hatibûn girtin. Jê 8 jî bi şerdê kontrola edlî hatibûn berdan. Hevşaredara Sûrê Filiz Buluttekin a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin jî wê demê hat girtin. 
 
Piştî iddianameya bi iddiaya "Endamtiya rêxistinê" ji bo Filizê hat amekirin şûnde rûniştina yekem li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Filizî bi rêya Pergala Dîmen û Deng  (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûbû. Parêzerê Filizê di rûniştinê de amade bû. 
 
Hevşaredarên Erxenî û Farqînê yên dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir û rêxistina civaka sîvîl rûniştin şopandin. 
 
'Ji bo çalakiyên ku beşdar bûbû destûra walîtiyê hebû'
 
Filiza ku di rûniştinê de mafê axaftinê girt da zanîn ew di 2019'an de ji HDP'ê wekî berendam hatiye nîşandan û wekî hevşaredara Sûrê hatiye hilbijartin. Filizê got:"Ez hem aktivîst im hem jî endama HDP'ê me. HDP 3'yemîn partiya mezin a meclîsê ye. Hemû çalakiyên ez tevlî bûme bi destûra walîtiyê pêk hatine. Wekî keseke hatiye hilbijartin mafê min ê herî rewa ye ku ez beşdarî çalakiyan bibim."
 
Meqama îddiayê xwest hisûsên kêm bên temamkirin. 
 
Parêzerê Filizê jî bi parastina kir xwest muwekîla wî bê berdan. 
 
Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt xwest li aqubeta dosyaya Filizê ya li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê pirsîn. 
 
Rûniştin taloqî 29'ê Îlonê hat kirin.