Rûniştina rojnameger Nûrcan Yalçin hat dîtin

  • 11:26 5 Tîrmeh 2022
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina doza derbarê rojnameger Nûrcan Yalçin de hatibû vekirin hat dîtin.
 
2'yemîn rûniştina doza bi îddiaya "Alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê" li rojnameger Nûrcan Yalçin hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Nûrcanê tevlî rûniştinê nebû. Parêzerê Nûrcanê Resûl Temûr li rûniştinê amade bû. 
 
Ji ber guhertina şandeyê zabitên berê hatin xwendin. 
 
Meqama îddiayê mutalaya di celseya berê de dîsa xwend û daxwaz kir ku li ser vê yekê biryar bê dayin. 
 
Parêzer Resûl Temûr ji bo parastinê dem xwest. 
 
Şandeya dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û rûniştin taloqî 22'yê Îlonê kir.