Danişîna doza Malbata Dedeogullari hat taloqkirin

  • 14:56 1 Tîrmeh 2022
  • Hiqûq
KONYA - Danişîna 4'emîn a doza Malbata Dedeogullari li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Konyayê pêk hat. Şandeya dadgehê biryara guhdarkirina polîs Îhlas Boztaş da  û danişîn taloqê 16'ê îlonê kir. 
 
Beriya ku di 30’yê Tîrmeha 2021’an de li navçeya Merama Konyayê 7 ferdên malbata Dedeogullari bên qetilkirin, di 12’yê gulana 2021’an de ferdên ji malbatên Keleş û Çalik êrişek nijadperestî li dijî ferdên malbata Dedogullari kiribûn. Têkildarî vê êrişa nijadperest derbarê êrişkaran de doz hatibû vekirin. Danişîna çaremîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Konyayê hat lidarxistin. 
 
Çetîn Dedeogullari yê ji malbatê ku bi tenê sax maye û xizmên xwe, rêveberên HDP’ê, gelek welatiyan û parêzeran doz şopandin. Alî Keleş û Lutfi Keleş ên ji dozê girtî tên darizandin, ji girtîgeha lê girtî ne bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Hin bersûc jî li eywana danişînê amade bûn û hin bersûc jî tev li nebûn. 
 
Danişînê bi xwendina nasnameyan û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Dadgehê li polîs Alî Tunahan Kiliç ê ku çûbû cihê bûyerê guhdarî kir û qala bûyerê kir. 
 
Ji parêzerên bersûcan Cengîz Erkoyuncu jî qebûl kir ku wan ji bersûcan re gotiye, “bûyerê bigirin ser xwe.” Erkoyuncu wiha got: “Ji malbata Dedeogullari gelek birîndar hebûn. Lê ne diyar bû kî kiriye. Lewma me ji miwekîlên xwe re got, ‘kî vî sûcî kiribe, bila bigire ser xwe’.” 
 
Dozger ji polîs Alî Tunahan Kiliç pirs kirin. Dozger ji Alî pirsa, “di kêliya bûyerê de tu bi kesekî bi navê Îhsal Boztaş re axivî yî, ev kî ye?’ Alî diyar kir ku Îhsan polîs e. Li ser vê yekê dozger xwest ew polîs ji bo guhdariyê were dadgehê. 
 
Parêzerê malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut jî diyar kir ku ji axaftin û nivîsandina êrişkaran diyar dibe ku êrişê bi sedemên nijdaperest pêk anîne. Abdurrahman destnîşan kir ku divê dozger ne daxuyaniya ku gotine ‘ne êrişa nijadperest e’ bidin, divê wezîfeya xwe bikin wezîfeya wan daxuyanî nîne, wezîfeya wan lêkolîna bûyerê ye. Abdurrahman diyar kir ku ji ber xemsariya rayedarên polîsan û dadgehê qetlîam li dijî malbatê pêk hat û heke ferdên malbatê bijiyan dê îro li vir bigotana êrişek nijadperest li dijî wan pêk hatiye. 
 
Parêzerên bersûcan îdia kirin ku ew êrişek bi armancek nijadperest pêk nehatiye. 
 
Piştî beyanên parêzerên dadgehê biryara xwe eşkere kir û xwest li polîs Îhlas Boztaş were guhdarîkirin, daxwaza ku her dosye bibin yek û girtina faîlan red kir. Dadgehê biryara dewama girtina her du bersûcên girtî da û danişînê taloqî 16’ê îlonê kir. 
 
Piştî danişînê parêzer Abdurrahman Karabulut li ber dadgehê daxuyanî da û banga xwedîderketina danişîna doza qetlîama malbata Dedeogullari û hem jî êrişa li dijî malbatê li raya giştî kir.