Derbarê dayikên di nobedê de doz hat vekirin

  • 11:21 29 Hezîran 2022
  • Hiqûq
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Derbarê dayikên ku ji bo zarokên xwe di Nobeda Edaletê de ne û hatin îşkencekiri nFincê Akman û Cemîle Karakaş de bi daxwaza 3 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin ku li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê dabûn destpêkirin meh li dû xwe hiştin. Bi taybet jî malbatên li Stenbolê nobeda xwe didomînin h 14 hefte ye li ber Edliyeya Çaglayan û Girtîgeha Bakirkoyê li gel îşkenceya li wan tê kirin jî çalakiya xwe didomînin û daxwazên xwe dubare dikin.
 
Derbarê wan de doz hat vekirin
 
Derbarê Dayika dayika Xemgîn Karakaş ku sirgûnî Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T hat kirin û di hucreya yek kesî de dimîne  Cemîle Karakaş û dayika  Yakup Akman ê ku li Girtîgeha hejmar 3 a Tîpa F ya Sîlîvriyê dimîne Fincê Akman de ku di çalakiya nobedê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve bi dîdiaya " Dijqanûnî civîn pêk anîne û tevli meşa bêçek bûne û li gel hişyariyê belav nebûne" de ji sal û 6 mehan heta 3 salan bi daxwaza girtinê îdaname hat amadekirin. 
 
'Hişyarî nehat kirin'
 
Di îdanameyê de ji îfadeya Cemîle û Fincê ya li muduriyeta polîsan re jî cih hat dayîn. Fincê di parastina xwe de, diyar dike ku ew ji bo zarokên xwe yên di girtîgehê de ên nexweş ji bo cenazeyê wan ji girtîgehê dernekeve çalakiyê dikin û polîs bêyî ku wan hişyar bikin ew binçav kirine.  Cemîle jî di parastina xwe de dibêje ku ew ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan Nobeda Edaletê digirin lê polîs bêyî ku hişyariyekê bidin wan ew bi darê zorê binçav kirine.
 
Ceza hat xwestin
 
Dozgeriyê jî bi hinceta ku çalakiya wan dijqanûnî ye û hatiye qedexekirin ceza ji dayikan re xwest.
 
Daneşîna yekemîn di 8'ê Mijdarê de ye
 
Îdaname ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayê Esliye ya Bakirkoyê ve hat qebûlkirin û dê daneşîna yekemîn a dozê di 8'ê Mijdarê de bê kirin.