Biryara girtinê ya li ser Çaglar Demirel hat rakirin

  • 11:46 28 Hezîran 2022
  • Hiqûq
AMED - Biryara girtinê ya derbarê parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demirel de hat rakirin. Çaglarê bi iddiaya "Heqareta li Serokkomar" tê darizandin. 
 
Rûniştina yekem a doza parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demirel jê bi iddiaya "Heqareta li Serokkomar" dihat darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Amedê hat dîtin. Çaglar Demirel û parêzerê wê Serdar Çelebi di rûniştinê de amade bûn. Di rûniştinê de ewil hat gotin heyeta dadgehê berdemî ye. 
 
Çaglarê piştre parastina xwe kir û got iddianame ji bo wê nehatiye tebligkirin û tevî vê yekê derbarê wê de biryara girtinê hatiye dayin û daxwaz kir ku ev biryara girtinê bê rakirin. 
 
Parêzer Serdar Çelebi jî daxwaz kir ku ev biryara girtinê bê rakirin. 
 
Meqama îddayê xwest hisûsên kêm bên temamkirin. 
 
Dadgehê biryar da ku îddianameya Çaglarê bi dest bê teblîgkirin û biryara girtinê bê rakirin. Rûniştin taloqî 20'ê Kanûnê hat kirin.