Parêzerên lêdan xwarin: Em milekî ji têkoşîna bi rûmet in

  • 11:17 28 Hezîran 2022
  • Hiqûq
COLEMÊRG - Parêzerên li Cendermeya Geverê lêdan ji leşkeran xwarin wiha gotin:"Em ê li dijî hemû binpêkirinên mafan li edliyeyan, kuçeyan û kolanan bin. Em milekî ji têkoşîna bi rûmet in."
 
Di 26'ê Hezîranê de li Herêma Astenga Reş a li bejahiya gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temoyê leşkeran operasyon kiribûn. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo rewşa gundiyên ketibûn binê çavan çûbûn Komûtantiya Cendermeya Navçeyê û ji aliyê leşkeran ve lêdan xwaribûn. Her wiha li erdê hatibûn kaşkirin. Hevserokên Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê Harika Gunay Karataş û Firat Îke bal kişandin îşkenceya li wan hatiye kirin. 
 
Harikayê bi lêv kir ku muameleya ne baş lê hatiye kirin, leşkeran lê dane û heqaretên zayendperest lê hatine kirin. Harikayê anî ziman ku piştî gundî hatine binçavkirin ew û Hevserokê OHD'ê Firat Îke çûne Komûtantiya Cendermeya Navçeyê û lê ew hîn bûye ku gundî nehatine binçavkirin tenê ji bo agahiyê bidin li wir bûne. Harikayê da zanîn ku di eslê xwe de ev binçavkirina fîîlî ye û got lê belê hatiye gotin tenê ji bo dayina agahiyê li wir bûne. 
 
'Bi zorê me ji nîzamiyeyê derxistine'
 
Harikayê diyar kir ku daxwaza wan a hevdîtinê ya bi muwekîlên wan re hatiye qebûlkirin û wiha dewam kir:"Welatiyekî hatibû binçavkirin lêdan xwar û wiha ew anîn odeya hevdîtinê. Dema me mudaxaleyî vê yekê kir li me jî xistin. Bi lêdanê û bi zorê me ji nizamiyeyê derxistin. Bi ling û milê min girtin bi erdê de kaş kirin û wiha derxistin. Heqaretên giran û zayendperest li min kirin. Asteng kirin ku em ji wesayitê dakevin. Herî dawî di bin dorpêçê de me bi zorê ji nîzamiyeyê derxistin."
 
'Fermandar fermana îşkenceyê da'
 
Harikayê da zanîn ku Fermandarê Cendirmeya Geverê yekî wekî "îşkencekar" tê naskirin û wiha pê de çû:"B.K. ê ku fermana îşkenceyê dabû di meha tebaxa sala borî de dîsa bi heman awayî ji bo hempîşeyekî me fermana îşkenceyê dabû. Dîsa di heman pêvajoyê de li Gundê Tîloranê îşkence li 7 gundiyan hatibûn kirin."
 
'TSK'ê berê xwe daye qadên sîvîl'
 
Harikayê diyar kir ku tiştên li ser erdnîgariya kurdan diqewimin ji polîtîkayên şer ên tên meşandin ne qut e û wiha got:"Binçavkirina siyasetmedaran a li Edeneyê, girtina 16 xebatkarên çapemeniya azad û êrişên li dijî parêzeran em nikarin ji polîtîkayên şer ên taybet cuda bihesibînin. Ev 23 sal in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Ev polîtîkaya tecrîdê li ser kesên doza têkoşînê dikin wekî alaveke zextê tê bikaranîn. Pêvajoya pevçûnê ya li Kurdistanê ji ber nayê çareserkirin û qeyba artêşa tirk TSK'ê berê xwe da qadên sîvîl. Ev bi taybet li herêmên Colemêrg, Wan ên li Kurdistanê pêk tê."
 
'Êriş tenê bi îro ne sînordar e'
 
Harikayê anî ziman ku êrişên tên kirin ne bi îro sînordar in û wiha lê zêde kir:"Êrişên li dijî parastinê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk tê kirin. Dema meşa rûmetê de nêzî 400 kesî hatin binçavkirin û li wir jî li hevalên me yên parêzer xistin. Îşkence li wan kirin. Evne ehlaqê dewletê ehlaqê çeteyan e. Em bi sepandinên ehlaqê çetewarî rû bi rû man. Parêzer temsîliyeta parastinê ne, li gel têkoşîna azadiya gel cihê xwe digire. Kesên derbarê vê yekê de têdikoşin teqez tê xwestin bê deng bên hiştin."
 
'Em milekî ji têkoşîna bi rûmet in'
 
Harikayê diyar kir ku ew çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê rapora lêdanê girtine û giliyê polîsan kirine û wiha pê de çû:"Wê asta piştî vêya bi dozger re bê meşandin. Em ê li dijî hemû binpêkirinên mafan li edliyeyan, kuçeyan û kolanan bin. Em milekî ji têkoşîna bi rûmet in."
 
'Em ê dev ji parastina gel bernedin'
 
Hevserokê OHD'ê Firat Îke da zanîn sepandinên dewletê yên li hemberî kurdan ne pratîkeke nû ye û wiha got:"Di qada siyasî de çawa tasfiyeyek hebe li qadên parastinê jî hewldana tasfiyeyekê heye. Dixwazin me tasfiye bikin û kurdan bê parastin bihêlin. Em ê li dijî van sepandinan her tim li her derê serhildana xwe bidomînin. Em ji ber lêdan, tundiyê dev ji parastina vî gelî bernadin. Em ê dev ji şopandina îşkenceyên li cenderme û TEM'ê bernedin. Em ê tevlî îfadeya her welatiyên bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin, bibin."