Baroya Colemêrgê êrişa li hemberî parêzeran şermezar kir

  • 15:17 27 Hezîran 2022
  • Hiqûq
COLEMÊRG - Derbarê şîdeta li hemberî parêzaran de Baroya Colemêrgê li pêşiya Edliyeya Geverê daxuyaniyek da û got: "Divê demildest leşkerên di bûyerê de cih girtine ji wezîfeyê bên girtin û derbarê wan de lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin."
 
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) xwestin gundiyên di encama operasyona leşkerî de li gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo ên Navçeya Gevera Colemêrgê hatine binçavkirin bibînin. Lê leşkeran li fermandariyê li parêzeran dan û bi erdê re wan kaşkirin. Baroya Colemêrgê têkildarî tundiya leşkeran li pêşiya Edliyeya Geverê daxuyanî da. Gelek endamên rêxistinên sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroyê Ergun Canan axivî. 
 
Ergun, diyar kir ku ku doh şev leşkeran li hevpîşeyên wan Harîka Guney Karataş û Firat Îke dane. Ergun, da zanîn ku leşkeran li Fermandariya Cendirmeyan a Geverê, bi fermana leşkerê payebilind ê bi navê B.K. ew li parêzeran dane û wan bi erdê re kaşkirin e wiha got: “Tundiya ku li hevkarên me hatiye kirin vegûheriye muameleyekî rûmetşikandinê.”
 
Ergun, şîdeta ku li hemberî parêzeran pêk hatî şermezar kir û wiha axivî: “Parastina mafê parêzeriyê teminata mafê darizandina adil û azadiya mafê lêgerînê ye. Baro jî rêxistina pîşeyî ya parêzeran e; teminata mafên mirovan û dewleta hiqûqê ye. Ji ber vê yekê ger ku meqama parastinê an ku parêzeran azad û bibandor nebin dê azadiya tu kesî di bin temînatê de nebe."
 
Ergun, diyar kir ku ew ê li dijî astengî û tundiyê têkoşînê bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê demildest leşkerên di bûyerê de cih girtine ji wezîfeyê bên girtin û derbarê wan de lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin."