Hat îdakirin ku Cîhan Kayaalp ê MHP'yî li gelek zarokan êrîşa zayendî kiriye

  • 16:17 24 Hezîran 2022
  • Hiqûq
 
 
AMED - Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp di rojên borî de bi îdaya êrîşa zayendî li zarokekî kiriye hat girtin. Lê derket holê ku Cîhan Kayaalp û teşkîlata xwe li dibistanê bi taybetî ji bo buro xwendekar kom kirine û tenê ne li zarokekî li gelek zarokan êrîşa zayendî kiriye. 
 
Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê û parlamenterê Stenbolê Semîh Yalçin di 16'ê Hezîranê de li ser hesabê xw yê medya dijîtal ragihandibû ku teşkîlata xwe ya li Amedê fesih kirine û pişyî vê daxuyaniyê jî Serokê Teşkîlat MHDP'ê yê Amedê  Cîhan Kayaalp jî di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Komarê de hatibû binçavkirin.
 
Herwiha teşkîlata ku hatibû fesihkirin berî bi demekê jî bi îdayên bertîl girtiye ketibû rojevê. Herwiha qeydên deng ên hin kesên ji partiyê ku bi bertîla girtine kes kirine kar jî derketin holê. Serokê teşkîlatê Cîhan Kayaalp, piştî karê wî yê li emniyetê qediya sewkî edliyê hat kirin û piştî ku derxistin dadgehê jî ji ber sûcê "êrîşa zayendî" di 17'ê hezîranê de hat girtin û şandin girtîgehê.
 
Di girteka ku îfadeya zarok lê heye de, tê diyarkirin ku bersûc ne tenê li zarokekî li gelek zarokan êrîşa zayendî kiriye.
 
Ji tirsa ji kesekî re negotiye
 
Zarokê ku hat zanîn li lîseyek Îmamhatîpê dixwîne, li heman lîseyê kesekî nas dike, fikra xwe jê re dibêje û ev kes jî wî dibe teşkîlata MHP'ê ya Peyasa Amedê. Hat diyarkirin ku cihê zarok birinê jî  teşkîlata navçeyê bûye û her kes nikare biçe wêderê.  Hat diyarkirin ku zarok di serî de bi kesê bi navê Ş.D. re tê naskirin û piştre jî bi bersûc Cîhan Kayaalp re tê naskirin û bersûc ji zarok fikara wî dipirse. Zarokê ku di serî de bi hevalê xwe re li odeya bersûc dimîne piştre hevalê wî derdikeve û bersûc jî êrîşa zayendî lê dike û hat diyarkirin ku zarok ji tirsa ji kesekî re bûyer venegotiye.
 
Êrîşa zayendî ya sîtematîk
 
Di îfadeya zarok de hat diyarkirin ku zarok careke din li gel hevalê xwe çûye teşkîlata MHP'ê û li wê çay belav kiriye. Zarokê ku tenê 3 caran neçûye teşkîlatê û li ser vê gelek caran ji aliyê hevalê xwe ve gazî teşkîlatê hatiye kirin. Hewiha hat ragihandin ku zarok berê şeva Leyletilqedrê bi heftiyekê ji bo fitara xwe veke çûye teşkîlatê û piştî fitarê jî alkol daninê û pê ji bo bi alkolê bixwin jî meze dane amadekirin.  di îfadeyê de tê destnîşankirin ku bersûc zarok tehdît kiriye û jê re gotiye ku wê tu tiştek neyê serê wî û wê çi bê bi zarok bê û gotiye ku ji kesekî re nebêje. 
 
Ji ber ku neçuye buroyê hatiye tehdîtkirin
 
Zarok herî dawî di meha gulanê de çûye buroya MHP'ê û li wê tecawizî wî hatiye kirin û ji wê rojê ve careke din nema çûye lê ji aliyê hevalê xwe Ş.D. ve her hatiye tehdîtkirin û hat ragihandin ku Ş.D. jî şêwirmendê gumanbar e.
 
Tê diyarkirin ku piştî malbatê rewşa lawê xwe ferq kiriye bûyer ji lîseya ku lawê wan diçûyê re ragihandiye û bi vî awayî ji saziyên hiqûqî re hatiye ragihandin .Zarok û malabta xwe li li gumanbar gilî kirin.
 
Hat ragihandin ku ji dibistanê ji bo buroyê xwendekar hatine komkirin û tenê ne li zarokekî li gelek zarokan êrîşa zayendî hatiye kirin.