Parêzer Kubra Denîz: Wê li gorî biryara îstînafê nexşerê bê xêzkirin

  • 09:08 23 Hezîran 2022
  • Hiqûq
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Dadgehê ji bo gumanbar Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn qetil kir, ‘daxistina tehrîka bêmaf’ pêk anî û ceza daxist 23 salan. Parêzer Kubra Denîz Çelîk bertek nîşanê biryara dadgehê da û got ji vir şûnde wê li gorî biryara îstînafê nexşerêya xwe xêz bikin. Kubrayê bang li hemû jinan kir û got: “Bêdeng nemînin, piştguh nekin, xwe biparêzin, werin em bi hev re çi ji destê me tê bikin.”
 
Rûniştina doza kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci yê ku bi îşkenceyê Pinarê kuşt, kesê ku pê re bûn alîkar Mertcan Avci, dayika kujer Ayten Avci, bavê wî Selîm Avci, jina jê veqetiya ye Eda Karagun û şirîkê wî Gokhan Orhan ku ji ber reşkirina delîlan jê tên darizandin li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hat dîtin. Pişti guhdarîkirina parêzerên aliyan, heyeta dadgehê derbarê Metîn Avci de cezayê muebeta giran da, lê pişt re ev ceza bi hinceta ku tahrîk bûye daxist 23 salan û derbarê gumanbarên din de jî biryara beraetê da.
 
Dozgerê îtîrazî biryara dadgehê kiribû di mutalayê de ji bo gumanbar cezayê muebeta giran xwestibû. Her wiha dozger ji bo gumanbarên din jî ji sûcê ku delîl veşartine daxwaza ceza kiribû.
 
Parêzera malbata Pinarê Rêzan Epozdemîr jî di daxuyaniya li salona rûniştinê kir de diyar kir ku wê dozê bibin dadgeha jor.
Yek ji parêzerên buroya hiqûqê Rêzan Epozdemîr, Kubra Denîz Çelîk der barê dozê de nirxandin kir.
 
‘Yek delîlek ku daxistina ceza hewce bike tune ye’
 
Kubrayê diyar kir ku ew hîna biryara bi hincet a dadgehê hîn nebûne û got gumanbar Cemal Metîn Avci sê parastinên tahrîka bêmaf kiriye û got: “Ewil got ‘Pinarê bi kêrê êrîşê min kir, ji bo xwe biparêzim min ew kuşt.’ Lê li holê ne alava sûc hebû ne jî birînek. Ya din jî ev bû ‘Pinarê li min şantaj kir’.  Lê li holê ne peyameke şantajê ne jî rewşeke din hebû. Her wiha ji girtîgehê name şand û got ‘Vîdeoya min kişand’. Lê ne di telefona Pinarê de ne jî di telefona wî de vîdeoyek wisa hebû. Em nizanin ku daxistina tahrîka bêmaf spartine çi. Dadgehê got wê di biryara bi hincet de binivîsin. Em ê di 15 rojan de xwe bigihînin vê biryarê.”
 
Wê biçe dadgeha jor
 
Kubrayê daxuyakirin ku hem ew hem jî dozgerî ji ber hefteyeke dema wan heye wê serî li Dadgeha Edliyaya Herêmî bidin û wiha dirêjî dayê: “Hêviya me ev e ku biryar xera bibe. Me mutalaya dozger di cih de dîtibû. Dozger di ferqa dijhiqûqiyê de bû û ev ji bo me gelek bi nirx û girîng bû. Hêvîdar im Dadgeha Îstînafê vê xera bike.”
 
Gumanbar wê nêzî 12 salan girtî bimîne
 
Kubrayê di berdewamyê de bertekên xwe wiha anî ziman: "Daxistina tahrîka bêmaf, bi qalibên hatine jiberkirin tên dayîn. Em hemû di bin xetereyê de ne. Piştî em tên kuştin gumanbarên me nayên cezakirin. Bi rastî em ber bi rewşeke bi êş ve diçin. Ev rê li ber înfaalek mezin vedike. Sê raporên cuda hene ku bi zindî hatiye şewitandin. Dema Pinar dişewite, birayê gumanbar saetek û nîvê li wir disekine lê dibêje ez ne agahdar im. Tevî vê dibêjin ‘hesta çavsoriyê tune ye, daxistina tahrîka bê maf heye.’ Tu wijdan nikare vê qebûl bike. Înfaza cezayê 23 salan 14 sal û 4 meh in. Gumanbar ev du sal in girtiye. Dê û bavê Pinarê perîşan bûne. Girtina 14 salan a ji vî sûcî wijdanan dike birîn."
 
‘Divê civak bi hev re tev bigere’
 
Kubrayê diyar kir ku wê li gorî biryara îstînafê nexşerêyekê xêz bikin û got divê jin di vê pêvajoyê de dengê xwe bilind bikin. Kubrayê wiha dawî lê anî: “Divê jin bêdeng nemînin, divê xwe biparêzin û ji bo vê çi ji destê me bê divê em bikin. Ev bi tena serê xwe jî nayê kirin. Rewş her diçe xera dibe. Her roj jin tên qetilkirin. Ji ber vê divê civak bi hev re tev bigere. Hêvîdar im ev biryar ji aliyê îstînafê ve bê xerakirin.”