Doza ku Huda Kaya ya HDP'yî jê dihat darizandin taloq kirin

  • 14:12 14 Hezîran 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Bi hinceta xebatên partiyê, derheqê parlamentera HDP’ê Huda Kaya de doz hatibû vekirin. Li gel ku parêzerê Hudayê  biryara binpêkirinê ya mînak pêşkeş kiribû jî doz domiya û doz hate taloqkirin. 
 
Bi hinceta ku beşdarî xebatên partiya xwe bûye, derheqê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya de doz hatibû vekirin û heta 25 salan cezayê girtîgehê jê re tê xwestin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Doza Hudayê ev 5 sal in berdewam dike û Huda bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “ji bo ku sûc bên kirin tehrîk kiriye”, “Gel ji bo civîn û meşên derqanûnî sor kiriye” û “propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Huda beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû. 
 
Di danişînê de hat zanîn ku biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derheqê Ferhat Encu de ku wergêra wê ji Wezareta Edaletê hatibû xwestin û parêzer Çelebî dabû, gihiştiye ber destê dadgehê. Serdar, xwest ku doza derheqê miwekîla wî de bikeve. Her wiha daxwaza Serdar ya ji bo zanîna asta dosyayê ya piştî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî li dosyayê hate zêdekirin. 
 
Parêzer Serdar di danişînê de dîsa xwest ku dadgeh di çarçoveya biryara DMME’yê de tevbigere û doza derheqê Huda  de betal bike. Dozger jî xwest ku daxwaza parêzer were redkirin û kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. 
 
Dadgehê daxwaza betalkirina dozê red kir û birydar da ku li aqûbeta dosyayên lêpirsînê yên ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve derheqê Huda Kaya de hatine destpêkirin were pirsîn û danişîn taloqî 1’ê mijdarê kir.