Têkoşîna 4 salan a li dijî komkujî û bêedaletiyê

  • 11:33 13 Hezîran 2022
  • Hiqûq
RIHA - Bi munasebeta  4'emîn salvegera komkujiya li dijî malbata Şenyaşar parêzer Sevda Çelik Ozbingol bi bîr xist ku ev çar sal in lêgerîna edaletê heye û wiha got:"Malbat ji mafê girtina şîna xwe jî bêpar hat hiştin. Malbat mecbûr ma ku dest bi Nobeda Edaletê bike. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî bibîranîn û daxuyaniya sibehê ya li ber Edliyeya Rihayê bibin."
 
Berî hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîranê de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz êrişî Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferit Şenyaşar kirin û ew birîndar kirin. Êrişan li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî dewam kir. Celal, Adil û Haci Esvet ê ku çû nexweşxaneyê serdana zarokên xwe li nexweşxaneyê li ber çavên Emîne Şenyaşar hatin lînçkirin û qetilkirin. Her wiha di dema êrişan de birayê parlamenterê AKP'yî jî bi guleya çeka ku nehat dîtin jiyana xwe ji dest dabû. Piştre Fadil Şenyaşar ê bi giranî birîndar bûbû şandibûn girtîgehê. 
 
Ji ser komkujiyê 4 sal derbas bûn. Ji dosyaya derbarê cihê kar de ji bo Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh ji bo birayê parlamenterê AKP'yî Enver Yildiz jî 18 sal ceza hat birîn. Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît ên ji êrişan bi birîndarî xilas bû ji bo edalet pêk bê serî li gelek sazî û dezgehan dan. Lê belê daxwaza wan a edaletê dîsa pêk nehat. Emînê û Ferît daxwazên xwe yên edaletê veguhertin çalakiya civakî û di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Têkoşîna Emineyê ya "Ger edalet di bin beton de be ez ê derxim" didome. Di çarçoveya beşa nexweşxaneyê de birayê parlamenterê AKP'yî Celal Yildiz jî di nav de 4 kes di 29'ê Nîsanê de hatibûn girtin. 
16 soruşturma açıldı 
 
16 lêpirsîn hatin destpêkirin
 
Piştî çalakiya nobedê dest pê kir gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, kesên daxwaza edaletê kirin çûn serdana malbata Şenyaşar. Gelek caran jî polîsan li Emîne û Ferît dan û xwestin çalakiya xwe bi dawî bikin. Derbarê Emîneya tevî hemû zextan têkoşîna xwe didomîne de ji ber gotinên kirine 16 caran lêpirsîn hat destpêkirin û ji vana 5 heb veguherîn dozê. 
 
Derbarê 4'emîn salvegera komkujiyê de em bi parêzera dosyayê Çelik Ozbingol re axivîn. 
 
'Di komkujiyê de hêza cemaweriyê hat bikaranîn'
 
Sevdayê pêvajoya komkujiyê bi bîr xist û got 3 kesî jiyana xwe ji dest dan. Sevdayê da zanîn wekî gelek dosyayên civakî di dosyaya malbata Şenyaşar de jî astengî û lîstik bûn mijara gotinê û wiha pê de çû:"Gelek kesên derbarê wan de biryara girtinê hebûn nehatin girtin, cihê dozgerên dosyayê hatin guhertin. Ev tişt bûn sedem rastiyên di dosyayê de dernekevin holê. Derfetên raya giştî hatin bikaranîn û komkujî hat kirin. Bi vêya re gelek personelên cemaweriyê bûn hevparê komkujiyê. Di eslê xwe de bêdengiya li dijî vê komkujiyê jî hevkariya vê komkujiyê ye. Kesên pêşî li komkujiyê negirtin jî sûcdar in. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê tevî ku emniyet, cenderme, wezîrê demê, parlamenterê AKP'yî li wir bû jî pêşî li komkujiyê nehat birîn. Ev jî nîşan dide ku di komkujiyê de hêza cemaweriyê hat bikaranîn."
 
'Em ji çapemeniyê hînî naveroka dosyayê bûn'
 
Sevdayê bi bîr xist ku piştî komkujiyê qeydên kamerayê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatine windakirin û wiha pê de çû:"Em negihaştin qeydên êrişa ku nehat astengkirin. Di vê rewşê de personelê cemaweriyê ji ber pêşî li komkujiyê negirt jî sûcdar e. Di wê demê de ji ber biryara veşartinê li ser dosyayê hebû haya me ji gelek tiştên di dosyayê de tune bû. Em ji çapemeniyê hînî naveroka dosyayê bûn. Qeydên bûyera li cihê kar di nava dosyayê de hebûn lê belê bi raya giştî re nehat parvekirin. "
 
'Di dosyayê de me gelek lîstik dîtin'
 
Sevdayê bi lêv kir ku dosya bûye du beş û wiha lê zêde kir:"Dosya wekî ya kar û nexweşxaneyê kirin du parçe. Bi vê yekê re hedef ew bû ku vahameta dosyayê neyê dîtin. Bi veşartina dosyayê nexwestin binpêkirina personelên cemaweriyê xwiya bike û dosya ji aliyekî hat xestin bê bersûc bê hiştin. Di dosyayê de me gelek lîstik dîtin. Piştî komkujiyê Fadil Şenyaşar ê bi giranî birîndar bûbû şandin 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletê. Di dema darizandinê de jî me gelek îtirazên xwe anîn ziman. Me xwest hemû qeydên bûyerên li cihê kar bên bidestxistin, kesên êriş kirine nasnameyên wan bên tespîtkirin û me xwest dosya bibin yek. Lê belê ev daxwazên me nehatin qebûlkirin."
 
'17 guleyên aîdî çekên cuda hatin tespîtkirin'
 
Sevdayê bi bîr xist ku ji bo Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh ji bo birayê parlamenterê AKP'yî Enver Yildiz jî 18 sal ceza hat birîn û wiha got:"Dosya niha li dadgeha îstinafê ye. Me îtirazên xwe yên derbarê beşa biryara nepeniyê jê re hatiye dayin a dosyayê de kir. Di dema darizandinê de 9 dozgerên komarê guhertin. Hîn biryara dosyayê ya nepeniyê didome. Di lêkolînên hat kirin de tenê di bedana kesekî de 17 guleyên aîdî çekên cuda hatin dîtin."
 
'Malbat ji aliyê danîna şînê jî mehrûm hat hiştin'
 
Sevdayê da zanîn ku piştî komkujiyê malbata Şenyaşar mecbûr ma ku cihê lê dijiyan terk bikin û wiha dewam kir:"Malbat ji aliyê danîna şînê jî mehrûm hat hiştin. Çimkî ji malbatê 3 kes hatin qetilkirin ên din bi giranî birîndar bûbûn û kesek jî hat girtin. Malbatê jî dest bi Nobeda Edaletê kir. Emine Şenyaşar bêyî ku bêje baran, berf, hewa sar Nobeda Edaletê girt. Ev jî bû sedem em lê xwedî derkevin."
 
Banga ji bo 14'ê Hezîranê
 
Sevdayê ji bo 4'emîn salvegera komkujiyê da zanîn dê sibehê ango di 14'ê Hezîranê de serdana goristanan bê kirin, piştre jî dê bi beşdariya STO, hiqûqnas û welatiyan li ber Edliyeya Rihayê daxuyanî bê dayin. Sevdayê bang kir ku raya giştî li gel Emineyê be.