Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş beraet kir

  • 14:40 8 Hezîran 2022
  • Hiqûq
AMED - Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş ji doza bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê hepsê jê re dihat xwestin, beraet kir. 
 
Danişîna doza Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş ku di çarçoveya îfadeyên “şahidên nepen” ên bi nasnavên “Fîrar” û “G11055L44F47” bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Danişîna ku Neclsa tevli nebûyî de parêzerên wê Serdar Çelebî û Racî Bîlîcî lê amade bûn. Dozgeriyê mutalaaya xwe ya derbarê esasê ya bi daxwaza cezakirinê de pêşkeşî dadgehê kir. 
 
Dadgehê beyanên “şahidên nepen” ên bi nasnavên “Fîrar” û “G11055L44F47” yên têkildarî Necla de esas girtin û îdia kir ku Necla “di nava hiyerarşiya rêxistinê de ye". Dozgeriyê parast ku Necla tevli çalakiyên ku “vegeriyane propagandaya rêxistinê” bûye û xwest ku Necla bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal 6 mehan heta 15 salan bi cezayê hepsê were cezakirin. 
 
Parêzer Serdar Çelebî jî da zanîn ku dema şahidên nepen hatin guhdarkirin ew ne amade bûn lê dozgerî amade bû, dozgerî alîgir e û bi lêv kir ku şandeya dadgehê jî ev yeke dîtiye. Serdar, anî ziman ku ev rewş li dijî hiqûqê ye û di beyanên şahidên nepen de tu agahiyên şênber nînin. Serdar, beyanên şahidên nepen ên derbarê muwekîla wî de bi bîr xistin û diyar kir ku muwekîla wî tev li tu çalakiyên ku TJA’yê li dar xistine ne bûye. Serdar anî ziman ku qala çalakiyên ku muwekîla wî tevli bûye tê kirin lê têkildarî van tu dîmen û wêne nînin, divê dadgeh van qebûl neke û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 
 
Dadgehê ji ber ku mijara sûc a çalakiyê ne sabît e, biryara beraetê derbarê Neclayê de da.