Komekê xwest li edliyeya Doza Kobanê lê tê dîtin, provakasyonê bike

  • 15:33 31 Gulan 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Komekê di rûniştina Kobanê de di eleyhê HDP'ê de dirûşm berz kir û xwest provakasyonê bike. 
 
Rûniştina Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Di dema danişînê de komekî hewl da li edliyeyê provakasyonan derxîne. 
 
Kesên ku ji xwe re digotin “Xizmên Xazî û Şehîdan”, li baxçeyê edliyeyê di bin parastina polîsên Şaxa Ewlekariyê ya Enqereyê de li dijî HDP’ê dirûşm berz kirin. Koma provakator dirûşm berz kirin û ji edliyeyê dûr ketin.