Cezayê girtîgehê li nûçegîhana me hat birîn

  • 11:01 31 Gulan 2022
  • Hiqûq
WAN - Bi hinceta nûçeya ku çêkiriye, bi sûcê "Heqareta li peywirdarê cemaweriyê" doz li nûçegîhana me Zelal Tunç hatibû vekirin. 8 meh û 22  roj cezayê girtîgehê li Zelalê hat birîn. 
 
Derbarê nûçegîhana me Zelal Tunç de ji ber nûçeyeke çêkiriye bi sûcê "Heqareta li peywirdarê cemaweriyê" doz hatibû vekirin. Rûniştina doza li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Bêgiriyê hat dîtin. 
 
Şandeya dadgehê di rûniştinê de 8 meh û 22  roj cezayê girtîgehê li nûçegîhana me birî.