Sebahat Tuncel: Ev doz doza veşartina rastiyan a li Tirkiyeyê ye

  • 14:55 30 Gulan 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Danişîna 13'emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin dest pê kir. Hevseroka Giştî ya berê ya DBP'ê Sebahat Tûncel bertek nîşanî sînordarkirina mafê parastinê da û got: "Li gorî rûmeta cubbeyê xwe tevbigerin. Destûra xwe ya Bingehîn bin pê nekin."
 
Danişîna 13'emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê hatin kirin lê siyasetmedarên ku li girtîgehên derveyî Enqerê dimînin bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hewldana 78'an, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyik, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatîce Goz, Endamê Lijneya Navendî ya Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Sanem Denîz Kûral, endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Sendîkaya Xebatkarên Ofîsê (BES),  Alîkarên Serokê Giştî yên Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û Rustem Karaman, endamên Konseya Navendî ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) û Partiya Şoreşger, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK), Meclîsa Partiyê (PM), rêxistinên Konya û Enqereyê yên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê tevlî danişînê bûn. 
 
Ji ber ku di danişîna beriya niha de bi biryara navberê biryar hatibû dayîn ku dema parastinê dakeve rojekê, wê di vê danişînê de her siyasetmedar tenê rojekê parastina xwe bike. Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û serokê dadgehê ewraqên ku li dosyayê hatibûn zêde kirin xwend. 
 
Destpêkê siyasetmedara Ayhan Bîlgen ku berdayî tê darizandin parastin kir. Piştî Bîlgen Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata parastinên xwe kirin. 
 
Sebahat Tûncel, derbarî sînordarkirina parastina siyasetmedaran ev tişt got: "Hûn bêhiqûqiyê dikin. Hûn gef li me dixwîn? Serokê Dadgehê Bahtiyar Çolak ê beriya we çete derket. Me ew red kir. Me vê ji we re jî got. Ev doz doza veşartina rastiyan a li Tirkiyeyê ye. Bi hinceta twîtteke HDP'ê hûn berpirsyariyê tev li me bar dikin. Ma em welat bi rê ve dibin. Em muxalefet in. Pergala darazê ya îro bûye milekî desthilatê. Hûn dibêjin, 'parastinê rojekê bikin'. Ez bixwazim ez ê saetek bikim, bixwazim hefteyekê bikim. Hûn timik mudaxaleyî naveroka parastinê dikin. Ez ji we bawer nakim. Li gorî rûmeta cubbeyê xwe tevbigerin. Destûra xwe ya Bingehîn bin  pê nekin."
 
Ayla Akat Ata jî pirsa ku çima tê darizandin ji heyeta dadgehê kir û ev tişt got: "Min twîtta navenda me ya giştî parve kiriye, xebatên jinan meşandiye û ji bo azadiya birêz Ocalan xebitîm. Ji ber ku em ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk dixwazin hûn me didarizînin. Heke hûn ê min ji ber têkoşîna min a azadiya jinê bidarizînin dema ku ez dîroka têkoşîna azadiyê jinê vebêjim divê hûn mudaxaleyî min nekin. Kesên ku 6-8'ê Cotmehê plan kirin niha li derve ji xwe re digerin. Lê wê rojekê bên darizandin."
 
Piştî Aylayê parlamenterê berê ya HDP'ê Nazmî Gur axivî û bal kişad ser pirsgirêka kurd û da zanîn ku mafê parastinê tê binpêkirin. 
 
Parêzer Zeynep Sedef Ozdogan jî parastin kir û bal kişand ser daxwazên ku berê hatine kirin û got: "Dadgeh biryarên ku dide jî pêk nayne. Em daxwaz dikin ku biryara ku di danişîna navberê de hatî girtin pêk bê. Kesên ku di 12'ê Îlonê di darbeya leşkerî de hatin darizandin piştre di nava civakê de cih girtin. Paraznameyên wan wek pirtûk hatin çapkirin. Di tu qanûnan de helwesteke wisa kêyfî nîne."
 

Etîketan:

kobanê doz