Doza parêzer Newroz Uysal taloq kirin

  • 12:45 27 Gulan 2022
  • Hiqûq
AMED - Danişîna doza parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal hat kirin. 
 
Danişîna sêyemîn a doza ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal ku di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lê vekiribûn hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 10’emîn pêk hat. Neweroz a negirtî tê darizandin tevli danişînê nebû û parêzerên wê Mesût Beştaş, Halîse Dakali û Muhîttîn Muguç di danişînê de amade bûn. 
 
Parêzeran û dozger xwestin kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. 
 
Şandeya dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 30’ê îlonê kir.