Dîroka rûniştina Rojnameger Rabia Onver diyar bû

  • 13:21 21 Gulan 2022
  • Hiqûq
COLEMÊRG - Îddianameya derbarê nûçegîhana me Raia Onver de bi iddiaya "propagandaya rêxistinê" hatibû amadekirin ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin. Dê rûniştina ewil di 13'ê Îlonê de bê dîtin. 
 
Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Geverê de bi iddiaya "propagandaya rêxistinê"derbarê nûçegîhana ajansa me Rabia Onver de di 14'ê Nîsanê de îddianame hatibû amadekirin. 
 
Dê rûniştina ewil li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê di 13'ê Îlonê de bê dîtin. 
 
Parvekirinên dîmen û flamayên PKK, KCK û YPG'ê kirin mijara sûcdariyê. Dîsa di îddianameyê de hat gotin parvekirinên nûçegîhana me rêbazên "cebir, tundîyê" di nava xwe de dihewînin, rewa nîşan dide.