Li Rojnameger Reyhan Çapan cezayê hepsê hat birîn

  • 16:40 18 Gulan 2022
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di doza ku Midura Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatibû girtin Reyhan Çapan jê dihat darizandin de 2 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hat birîn. 
 
Ji ber nûçeya bi ser navê "Ji KCK'ê Biryara Bersivdayînê" ku di 12'ê tîrmeha 2015'an de di Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatibû girtin de hatibû weşandin, li Hevgerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê û Midura Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê de bi angaşta "Propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Di doza ku li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hatibû dîtin de dadgehê ceza li rojnameger Reyahn birîbû û cezayê ku li Eren Keskîn hatibû birîn jî taloq kiribû. Li ser îtîraza parêzerên Reyhanê Dadgeha Bilind cezayê li Reyhanê hatibû birîn xera kir û biryara ji nû ve darizandina wê dabû. 
 
Li ser vê duyemîn danişîna dozê îro li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerê Reyhanê Ozcan Kiliç tev li danişînê bû. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe dubare kir. Parêzer Ozcan, parastina nivîskî ku dabû dubare kir û daxwaza beraeta Reyhanê kir. Piştî parastinê dadgehê, biryar da û 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Reyhanê birî.