Ji kujerên Emîneyê re cezayê mûebetê hat xwestin

  • 14:55 18 Gulan 2022
  • Hiqûq
AMED - Ji Aslan Karakaş û Munevver Karakaş  ên ku  Emîne Karakaş kuştin re cuda cuda cezayê mûebetê hat xwestin.
 
Daneşîna 4'emîn a Doza kujerên Emîne Karakaş Aslan Karakaş û xuşka wî Munevver Karakaş a bi sûcdariya "zarok kuştine" jê tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Li daneşînê parêzerên Emîneyê, parêzerê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê û parêzerê kujeran amad bûn. 
 
Ji ber guhertina heyetê girtekên daneşîna beriya vê hatin xwendin.
 
Piştî wê makamê îdayê mutalaya xwe li daneşînê pêşkêş kir.
 
Makamê Îdayê ji bo Aslan Karakaş û xuşka wî Munevver Karakaş de bi sûcdariya "zarok kuştinê" û ji bo 3 kesên ku di dema êrîşê de di wesayitê de bûn bi sûcdariya "bi pilan hewldana kuştinê" cuda cuda cezayê muebetê xwest.
 
Parêzerên aliyêan jî ji bo ku parastina xwe ya berfireh amade bikin dem xwestin.
 
Dadgehê jî daxwaza parêzeran qebûl kir û daneşîna piştî vê taloqî 6'ê Tîrmehê kir.