Daneşîna endama Komeleya Jinan a Rosayê taloq kirin

  • 12:20 13 Gulan 2022
  • Hiqûq
AMED - Daneşîna doza Endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn taloqî 28'ê Îlonê hat kirin.
 
Daneşîna 6'emîn a Endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn ku jê ji "endamtiya rêxistinê" tê darizandin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Fatma û parêzerê xwe Şeyhmus Bayhan li daneşînê made bûn. 
 
Heyeta dadgehê, diyar kir ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Fatmayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û gotin ku ji bo eqûbeta lêpirsînê hîn bibin wê ji dozgeriyê re muzakere bê nivîsandin.
 
Dadgehê daneşîna piştî vê taloqî 28'ê Îlonê kir.