Danişîna doza Sevîl Rojbîn Çetin hat taloqkirin

  • 12:51 12 Gulan 2022
  • Hiqûq
 
WAN - Danişîna doza aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbin Çetîn taloqê 9'ê hezîranê hat kirin. 
 
Rûniştina doza Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevil Rojbin Çetin a bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojbînê bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBIS) ji Girtîgeha Jinê ya Amedê beşdarî rûniştinê bû. Parêzer û malbata Rojbînê beşdarî rûniştinê bûn. Her wiha aktîvîstên TJA'yê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Danişîn ji hêla heyeta demkî ve hat birêvebirin. Rojbîn di danişînê de îfadeyên xwe dubare kir û daxwaza tehliya xwe kir. Piştre parêzer Ekîn Yeter axivî û daxwaza demildest anîna şahîdên nepen kir. 
 
Heyeta dadgehê carek din diyar kir ku şahidên nepen ne amadeye. Cara 4'emîne ku şahidên nepen di danişînê de ne amade bû. Danişîn taloqê 9'ê hezîranê hat kirin.