Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya Emîne Şenyaşar 428 roj in didome

  • 13:08 10 Gulan 2022
  • Hiqûq
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar didome. Her wiha Lêpirsîna bi îdiaya “heqaret” derbarê Emîne Şenyaşar de hatibû destpêkirin, bi neşopandinê encam da. 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 428’emîn de berdewam dike. Malbat vê sibehê jî ji Pirsûsê hat û li ber edliyeyê dest bi nobedê kir. 
 
Ji parêzerên malbatê Serdar Tum serdana Emîne û Ferît Şenyaşar kir û axivî. Serdar destnîşan kir ku ew doz û lêpirsînên derbarê malbatê de hatine destpêkirin qebûl nakin û divê daxwaza edaletê ya malbatê bicih were. 
 
Di vê navberê de hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîna bi îdiaya “heqaretê” ya derbarê Emîne Şenyaşar de dabû destpêkirin bi biryara neşopandinê ango dozvenekirinê daye. Bi îdiaya ku Emîne Şenyaşar “heqaret” li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. 
 
Ji 9’ê Adara 2021’an vir ve derbarê Emîne Şenyaşar ku "Nobeda Edaletê" didomîne de 14 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin. Ji van lêpirsînan sê heb veguherî peyneketinê û du doz li Rihayê û dozek jî li Enqereyê tê lidarxistin. Lêpirsînek jî bi biryara dozvenekirinê encam da û 10 lêpirsînên derbarê Emîne Şenyaşar de jî berdewam dikin.