Doza Denîz Poyraz: Hemû kes li vir e lê bersûc li ku ye?

  • 14:27 29 Nîsan 2022
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Danişîna 3’yemîn a doza kujer Onur Gencer taloqê 18’ê tîrmehê hat kirin. Parêzerên Denîz Poyraz heyeta dadgehê red kirin. Parêzer Turkan Aslan Agaç got: "Bêterefî û serbixwebûna dadgeha we nemaye. Em endamên heyeta we red dikin. Tu rayeyek nijadperestan nîne ku sûc bikin. Di dema lêpirsînê de hat parastin. Ev tevgerek ku nijadperest û endamên SADAT’ê vedişêre ye."
 
Onur Gencer di 17’ê hezîrana 2021’ê de êrişî li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Îzmîrê kiribû û di encama êrişê de xebatkar û endama partiyê Deniz Poyraz qetil kiribû. Danişîna 3’yemîn a doza ku kujer Onur Gencer tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 6’emîn pêk hat. 
 
Ligel dayik û bavê Denîz Poyraz, Fehîme û Abdullîllah Poyraz, xwîşk û birayên wê, Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, parlamenterên HDP’ê, parlamentere CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, gelek nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendika, rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û gelek welatî jî 
di danişînê de amadebûn. 
 
Beriya danişînê jî bi hinceta “Tevdîra ewlehiyê” gelek polîs li korîdora edliyeyê hatin bicihkirin. Her wiha danişîn bi hatina heyeta dadgehê dest pê kir. Kujer Onur Gencer li girtîgeha lê girtî ye, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê kirin. 
 
Serokê dadgehê beşdar hişyar kirin ku heke pergala danişînê were xerakirin dê gilî bike. Piştre jî baroyên Wan, Riha û Sêrtê xwestin ku beşdarî dozê bibin. 
  
'Divê hûn beşdariya baroyan a dozê qebûl bikin'
 
Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel di danişînê de diyar kir ku ev ne doza kuştina kesekî ji hêla kesekê din ve ye û wiha got: “Êrişeke li dijî mafê azadiya xwebirêxistinkirinê û mafê jiyanê ye. Armanc ne tenê kesek bû. Dê hemû kesên li wir qetil bikira. Êrişeke nemerdane ya zîhniyeta cihêkariyê ye. Divê hûn daxwaza beşdarîbûna dozê ya baroyan qebûl bikin. Faîle ku ev cînayete nemerdane kiriye, niha direve. Ew qas tirsoneke ku xwest bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe. Jêpirsîna wî hêj xelas nebûye û bi vê yekê rêgeza rûbirûtiyê tê binpêkirin. Dê min pirsa çendek wêneyan bikira lê nakim. Di danişînê de usûlê darizandinê tê binpêkirin. Hûn ê li ser SEGBÎS’ê çawa bizanin bê ka ev kes dema li ber guhê karmend diaxive ji wî re çi dibêje?” 
 
'Divê bersiva pirsan bide'
 
Li ser vê bertekê jî serokê dadgehê ev îdia kir: “Ji bo ku dema bersûc tiştekî xerab dike bikare destwerdanê bike, min ew karmend peywirdar kir.” Ozkan Yucel jî bertek nîşanî serokê dadgehê da û wiha got: “Ev kiryare dike ku darizandin baş çênebe. We berê SEGBÎS red kir. Hûn niha jî dikarin heman tiştî bikin. Divê li vê dere bersiva pirsan bide.” 
 
Bi hinceta teknîkê danişîn sekinandin
 
Serokê dadgehê diyar kir ku heta demekî dê qeyd bên tomarkirin û piştre dê navberê bide. Serokê dadgehê bi sedema “Qeyda SEGBÎS’ê” danişîn da sekinandin. 
 
'Ev bûyer tenê kesekî nekiriye'
 
Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç jî da zanîn ku ji bo rastiya madî ya di lêpirsînê de dernekeve holê, Serdozgeriya komarê ya Îzmîrê û Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê çi ji dest tê dikin û wiha domand: “Hemû kes baş pê dizane ku ev bûyer tenê kesekî nekiriye. Yên ku kujer sor kirine, alîkarî dayînê, piştgiriya lojîstîkê pê re kirin û aqil nîşanî wî dayîn hene. Nayê qebûlkirin ku dadgeha we mîna lêpirsîna dozger tevbigere. Di danişîna ewil de min daxwaznameyek da lê tenê daxwazeke min jî nehat bersivandin. We, hejmara şahidên ku li ser fermanê hatine zêde kirin. Dadgeha daxwaz qebûl kirin û bi fermanê re gelek şahidên li çar aliyên Tirkiyeyê hatin guhdarîkirin. We digot qey bi vê yekê re dê rastiya madî derkeve holê lê rastiya madî bi vî awayî dernakeve.” 
 
'Gelek kes li ser derenceyan rûnişitine' 
 
Turkan Agaç bal kişand ser biçûktiya eywana dadgehê û wiha bertek nîşan da: “Gelek kes li ser derenceyan rûnişitine. Gelek kes dixwazin dozê bişopînin ji ber ku êrişeke li dijî demokrasiye ye. Lê we daxwaza me ya ji bo eywaneke mezintir red kir. Ne pêkane ku em li ser bersûc xwe bigihînin delîlan. Di rewşeke wiha de midûriyet emniyetê û dozgeriya Îzmîrê nahêlin em xwe bigihînin delîlan. Li mala faîl lêgerîn tê kirin lê derheqê alavên dijîtal de pêşketinek tune ye. Heta niha ji bo berfirehkirina teqîbatê min 50 caran daxwaz kiriye lê yek jî nehatiye qebûlkirin. Dadgeha pirsên hewce nekirin. Faîl dibêje ku kî li avahiya HDP’ê hebûya dê bikuşta. Ev, cînayeteke siyasî ye. Lê tiştekî wiha di îdianameyê de nîne. Dozgeriyê lêpirsîneke wiha ya xerab meşand lê hûn ne mecbûr in ku tiştekî wiha bikin.” 
 
Malbata kujer xwe ji şahidiyê vekişand 
 
Parêzer Turkan, da zanîn ku bav û birayê kujer di danişîna berê de beşdarî danişînê bûbûn lê niha nehatine û wiha pê de çû: “Em piştre hîn bûn ku xwe ji şahidiyê vekişandine. Şahidên ku li ser fermanê di dosyayê de cih girtin, diviya bû îfadeyên wan hatibûn girtin û li vir weke bersûc hatibûna rûniştandin. Ev kes, şahidên asayî nînin. Têkiliya wan bi bersûc re hene. Di destê min de ji bo her yekî pirsên cuda hene. Ez ê van kesan ji ku bibinim ku pirsên xwe jê bikim? We ev derfet ji destê me derxistin. Hemû kes li vir e lê bersûc li ku ye?” 
 
‘Li Îzmîrê cînayeteke siyasî hate kirin’
 
Turkan, bertek nîşanî kujerê ku li ser SEGBÎS’ê dikeniya da û got; “We bersûcê tirsonek dît?” Turkan, destên xwe danîn ser patika xwe û pozîsyona bersûc nîşan da. Bi domdarî Turkan ev tişt anî ziman: “Pozîsyona bersûc ev e û bêyî ku şerm bike dikene. Li Îzmîrê cînayeteke siyasî hate kirin û peywira we ew e ku hûn vê cînayetê ronî bikin. Zêdetirî 300 pirsên me hene. Min got ku me mafê xwe yê pirsan bo vê danişînê hiştibû. Baş e lê ez ê van pirsan ji kê bikim? Li ser SEGBÎS’ê destên xwe danîne ser patka xwe û bi kesekî li kêleka xwe re sihebetê dike. Kesekê ku ez nizanim li girtîgehê bi kê re dimîne, ez ê çi pirsan jê bikim? Hewceye ez ê li nava çavên wî binerim. Baş e hûn li ser SEGBÎS’ê çi dibînin? Ez ê pirsan bikim lê nizanim bi kê re diaxive. Ma ez ê pirsan ji kesekî wiha bikim? Na. Ne pêkane ku di rewşeke wiha de ev cinayet bê ronîkirin. Ji bo darizandineke adilane çêbibe divê bersûc were vê dere. Em dixwazin ku piştî nîvro bersûcî bînin eywana dadgehê.”
 
Daxwaza baroyan hat redkirin
 
Şandeya dadgehê jî daxwazên beşdarbûna dozê ya baroyên Wan, Riha, Sêrt û Wanê red kir. Her wiha daxwaza parastina pêvek û berfirehkirina teqîbatê û anîna bersûc a eywana dadgehê jî ji hêla dadgehê ve hatin redkirin. 
 
'Qet nebe li gorî usûlê tevbigerin'
 
Parêzer Turkan Agaç xwest ku parêzerên li eywanê yên belgeya rayeya wan heyî di girtekê de bên nivîsandin. Dema serokê dadgehê daxwaz bi endamên dadgehê re nîqaş dikir, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got; “Hûn naxwazin rastiya madî derkeve holê lê qet nebe li gorî usûlê tevbigerin.” Turkan bertek nîşanî şandeya dadgehê da û ev tişt anî ziman: “Di danişîna duyemîn de piştî ku navên me hatin xwendin, bi taybet jî em hatin cem we û me got ku kesên bi belgeya rayeyê hatine peywirdarkirin werin qeydkirin. We wê demê qebûl kir. Belgeya rayeyê ya hemû hempîşeyên me yên li vir heye. Ez dixwazim ku navên wan bên qeydkirin.” 
 
Serokê dadgehê jî biryar da ku tenê parêzerên daxwaza wan a tevlibûna dozê hatiye qebûlkirin bikarin di jêpirsîna çeperast a kujer Onur Guncer de pirsan bikin û dê destûrê nede parêzerên ku belgeya wan a rayeyê heye. 
 
'Hûn çawa dibêjin ku dê destûra pirsan nedin?'
 
Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel bertek nîşan da û got: “Darizandineke wiha nabe. 5 deqeyan navberê bidin û em ê biryarê bidin bê ka dê dozê bibin yan na. Di xala yekemin a CMK’ê de dibêje bê ka dadgeha cezayê çawa tê birêvebirin. Hûn çawa dibêjin ku dê destura pirsan nedin? Hûn nikarin bibêjin di qanûnê de bi vekirî nayê gotin û vê daxwazê red bikin.” 
 
Piştî navberê danişîn dest pê kir
 
Piştî navberêke 5 deqiyeyan danişînê dîsa dest pê kir. Parêzerê kujer axivî û diyar kir ku belgeya rayeya hukmê hatiye dayîn derbasdar e û wê ev biryar rastiya madî dernexe holê, dê dozê dirêj bike û xwest ji biryarê lêpoşmanbûn bê kirin. 
 
'Em ji bo vî welatî edaletê dixwazin'
 
Pişt re Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel axivî û got: “Ez parêzerek xwedî bi erk im. We ji bo min raste rast mafê kirina pirsan bêderfet kir. We vê dozê veguherand halek sanal. Bersûc, dadger guhê li xwe axaftinan girtine. Ji ber bersûc ne li vir e, şahid ne li vir tên guhdarîkirin, darizandin nayê kirin. Em dixwazin darizandin bi şiklek adilane were kirin. Bila ewilî dadgeha we ji dozê vekişe. Hêcetên we di biryarên navberê de ava kirin, bêterefî û serbixwebûnê ji holê radike. Lewma em heyeta dadgehê red dikin. Em ji bo vî welatî edaletê dixwazin. Em dixwazin hêzên li pişt qetlîamê derkevin holê. We bi biryara ku daye li pişt vê yekê disekinin. Em her endamên we red dikin.” 
 
'Em heyeta we red dikin' 
 
Serokê dadgehê rayedarkirina Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel qebûl nekir. 
 
Parêzer belgeya rayeyê pêşkêş kir lê daxwaz hat redkirin. Li ser vê yekê ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç axivî û wiha got: “Bêterefî û serbixwebûna dadgeha we nemaye. Wek ku serokê baroya me got, em jî dibêjin em hemû endamên heyeta we red dikin. Tu rayeyek nijadperestan nîne ku sûc bikin. Ji wêneyên ku parve kiriye diyar e ku nijadperest e. Di dema lêpirsînê de hat parastin. Biryarên ku dadgeh ji serê sibehê ve dide, yenî mîna pêvajoya lêpirsînê ye. Ev tevgerek ku nijadperest û endamên SADAT’ê vedişêre ye. Tu azadiyek ku ew bersûcê we xistiye ekranê sûc bike nîne. Divê we biryarên navber li gorî qanûn û hiqûqê ava bikira. Ji ber ku bêterefiya we ji holê rabû, ez dixwazim hûn ji dozê vekişin. Heke hûn venakişin jî ez tevahiya heyeta we red dikim.” 
 
'Vê wêrekî û hêzê we daye bersûc'
 
Dozger xwest heyeta dadgehê têkildarî daxwazên reda dadgerî karûbar bên kirin û biryara berdewamiya girtina kujer Onur Gencer da.
 
Serokê dadgehê derbarê beşdariya SEGBÎS’ê de ji kujer Onur Gencer kir. Parêzer û yên li eywanê amade bûn bertek nîşanî serokê dadgehê dan. 
  
Kujer Onur Gencer heqaret li HDP’ê kirin û got: “Ez dixwazim derbarê min de daxistina tahrîkê bê kirin.” Parêzeran berê xwe da heyeta dadgehê û gotin: “Vê wêrekî û hêzê we daye bersûc.” 
 
HDP'ê bertek nîşanî gotinên kujer da 
  
Kujer ji endam û rêveberên HDP’ê yên li ewyanê amade bûn re got, “terorîst” û li ser vê yekê endam û rêveberên HDP’ê bertek nîşan dan. Li ser vê yekê rageşî li eywanê qewimî. Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşan da û got: “Hûn nikarin destûrê bidin ku kujer heqaretê li me bike. Li ber çavê we ji me re dibêje ‘terorîst’. Em partiyek ku siyaseta demokratîk dikin. Kes nikare wan gotinan ji me re bêje.” 
 
'Hûn kujer diparêzin'
 
Serokê dadgehê daxwaza anîna kujer a danişînê red kir. Karmendên wezîfedar ên li cem kujer jî li ber heqaretên wî dengê xwe dernexist. Beşdarên danişînê bertek nîşanî kujer û heyeta dadgehê dan û gotin, “hûn kujer diparêzin.” 
 
Dê danişînek din kujer bîn eywanê 
 
Heyeta dadgehê biryara xwe navberê eşkere kir û daxwaza ku heyet ji dozê vekişe red kir û biryar da ku daxwaza reda dadgerî ji Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 7’emîn re bê şandin. Dadger biryar da ku bersûc Onur Gencer girtî bê darizandin û biryara di danişînek din de li eywanê beşdarî danişînê bibe da. 
 
Danişîn taloqî 18’ê tîrmehê hat kirin. 

Etîketan:

doz