Li Dadgehê li dijî gumanberê kuştina jinan meşrû kir bertek

  • 13:56 26 Nîsan 2022
  • Hiqûq
AGIRÎ - Doza gûmanar Kazim Altinmakas ê ku Fatma Altinakas qetilkir hat taloqkirin. Di daneşînê bertek nîşanî gumanbarê ku bi îfadeya xwe kuştina jinan meşrû nîşan da hat dayîn.
 
Fatma Altinmakas li navçeya Melezgir a Muşê piştî ku di nava malbatê de tecawizî wê hatibû kirin gilî kir û pişt giliyê xwe di 14'ê tîrmehê de hatibû qetilkirin. Piştî ku Fatma hat qetilkirin Kazim Altinmakas bi gûmanbariya ku Fatmayê qetil kiriye hatibû girtin. Daneşîna Doza gûmanbar Kazmin Altiynmakas ku girtî jê tê darizandin a 8'emîn li Dadgeha Cezayê Giran a Panosê hat dîtin.   Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Wanê, endamên Komeleya Jinan a STAR, endamên Platforma Jinan a Wanê, Serokê Komaleya Hiqûqnasanên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Parêzer Ebrû Demîrtaş, endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Muşê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Hevseroka HDP'ê ya Patnosê Mûşerrep Geçer, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, Parlamentera Agiriyê ya HDP'ê  Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parêzerên Baroya Amedê, ji Stenbolê komek feminîstên xweser û parêzerê Fatma Altinmakas a hat qetilkriin Mîr Bedîrhan Ayaz li daneşînê amade bûn.
 
‘Divê  gûmanbar bê cezakirin’ 
 
Daneşîn bi tespîta nasnameyan hat destêkirin, Şaxên OHD û ÎDH'ê yên Wanê û Komeleya Starê ya Jinan, xwetin mudaxilî dosyayê bibin. Lê dadgehê ev daxwaza wan red kir.  
 
'Divê lêpirsîn bê berfirehkirin'
 
Piştre Parêzera Baroya Muşê Ruken Guven parastin kir û got, "Divê malabt û Sînan Altin Makas ji ber ku bûne sedema kuştinê di dosayê de cih ji wan re bê dayîn. Di qeydan de tê xuyakirin ku bi Kazim re di nava têkiliyê de ne. 
 
Hewl dan kuştina jinan meşrû nîşan bide
 
Gumanbar Kazim Altinmakas jî ji girtîgeha lê dima bi rêyêa Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevili daneşînê bû û bi îfadeyên ku tên zanîn xwest xwe bişofîne. Herwiha gûmanbar gotinên ku kuştina jinan meşrû dike jî bi kar anîn.
 
Li hemberî gûmanbar bertek
 
Di daneşînê de bertek nîşanî gûmanbarê ku zarokê xwe wekî şahid nîşan da hat dayîn.
 
Doz hat taloqkirin
 
Heyetê herwiha xwet ku rewşa girtî ya gûmanbar Kazim Altinmakas berdewam bike û daneşîn taloqî 7'ê Tîrmehê kir.