Doza Mehmet Arslan ê ji Komeleya Rosayê tê darizandin hat taloqkirin

  • 15:47 22 Nîsan 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna doza Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan ê ji xebatên partiya xwe û lêpirsîna Komeleya Rosayê ya Jinan tê darizandin hat taloqkirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan ji ber xebatên partiya xwe, lêpirsîna derbarê Komeleya Rosa ya Jinan û tevlibûna bernameya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdiaya “endamê rêxistinê ye”  tê darizandin. Danişîna doza Mehmet li Dadgeha Cezayê Girana Amedê ya 11’emîn pêk hat û Mehmet bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bû. Parêzera wî Cemîle Turhalli Balsak jî di danişînê de amade bû. 
 
Mehmet derbarê tawanbariyê li ser xwe de parastina xwe kir û got ew ji ber xebatên xwe yên siyasetê tê darizandin û tawanbarî red kirin. 
 
Dozger ji bo amadekirina mutalayê dem xwest. 
 
Parêzer Cemîle Tuhralli Balsak jî da zanîn mafên ewlehî û azadiyê yê miwekîlê wê hatiye binpêkirin û xwest tevdîrên kontrola edlî ji ser wî bê rakirin. Cemîle got ew ê piştî mutalaya dozger dê parastina bi hûrgilî bike û xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. 
 
Heyeta dadgehê got ew ê ji bo rakirina tevdîrên kontrola edlî bê rakirin dê nirxandin bike û mutala bê amadekirin danişîn taloqî 26’ê îlonê kir.