Leyla Guven: Têkoşîna min ji bo pêkanîna aştiyê ye

  • 14:24 11 Nîsan 2022
  • Hiqûq
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di danişîna doza îro de diyar kir ku ji bo pêkanîna aştiyê hertim di nav têkoşînê de bûye û got: "Ez dixwazim aştiyek bê vî welatî." 
 
3 dosyayên ku derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de hatî amade kirin bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" kirin yek. Danişîna dozê îro di 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de hat dîtin. Leyla Guven ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî danişînê bû. Her wiha parêzera wê Serdar Çelebî jî di salona danişînê de amade bû. 
 
Di danişînê de Leyla parastina xwe kir û got: "30 sal in ez siyasetê dikim. Axaftina min a di nav 30 salan wek sûc derket pêşperî min. Di welatên demokratîk de tiştên ku tên axaftine wekî sûc nayên dîtin. Li wan welatan azadiya fikr û ramanê heye. Di axaftinê de heke êrişek hebe ev tişt dibe sûc. Di îdianameyê de binê hin têgehan hatiye xêzkirin û wek sûc hatiye nîrxandin. Yek jî wan Kurdistan e. Di hemû dozên ku derbarê min de hatî vekirin de peyva Kurdistanê hatiye xêzkirin. Di dîrok nêz de em axaftinên serokkomar û rayedarên AKP'ê binêrin. Dema ji bo serokkomar ne sûc be ji bo me jî ne sûc e."
 
Leyla di parastina xwe de bal kişand ser têkoşîna xwe û got: "Di xebatan de min armanc dikir ku ev pevçûn ji holê rabin. Ez tenê dixwazim ku bila aştiyek bê vî welatî. Têkoşîna min ji bo pêkanîna aştiyê ye. Min hertim daxuyaniyên siyasî da û daxuyaniyên min ne sûc e."
 
Parêzer Serdar Çelebî jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku dê piştî mutalaayê parastinê bikin. 
 
Heyeta dadgehê jî ji bo amadekirina mutaalayê danişîn taloqê 6'ê hezîranê kir.