Serokê dadgehê dayika Hêlîn Şen ji salona dadgehê derxist

  • 13:34 5 Nîsan 2022
  • Hiqûq
AMED - Dayika Hêlîn Şen a di doza qetilkirina keça xwe Hêlîn Şen de edalet xwest, ji aliyê serokê dadgehê ve ji salona dadgehê hat derxistin.
 
Daneşîna doza Polîs Abdullah Ercan ê ku di qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê ya Amedê de Hêlîn Hasret Şen a 12 salî qetil kir, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de malbat û parêzerên Hêlîn, Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn, Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê ya Amedê, Navenda Mafên Zarokan a Barosê ya Amedê û parêzerê gûmanbar, amade bûn. Herwiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Navenda Bîrgehê, Komeleya Hêviyên Rengarenkê jî li salonê cih girtin.
 
Di estpêka daneşînê de dîmenên qetilkirina Hêlînê hatin temaşekirin.
 
Piştî parastina hat kirin, heyeta dadgehê biryara da ku ji bo dîmen bên lêkolînkirin û rapor bê girtin bila ji ATK'ê re bên şandin û daneşîn taloqî 6'ê Îlonê kir.
 
Dayik Nazîme ya ku biryar bihîst, diyar kir ku keça wê 7 sal e di bin axê de ye û kujerê wê jî serbest digere û got ku ew edaletê dixwaze. Piştî ku Nazîme ev daxwaz kir ji aliyê heyeta dadgehê ve ji salonê hat derxistin.
 
Parêzerên malbatê bertek nîşanî dadgehê dan û gotin, "Dilê dayikê diêşî,  daxwaza wê ya edaletê û bertekên wê di cih de ne." Piştî vê daxwaza parêzeran dadgehê ew jî ji salonê derxistin.