Ser qetlîama Pasûrê bi hinceta ‘demboriyê’ hat girtin

  • 13:13 1 Nîsan 2022
  • Hiqûq
AMED - Derbarê 33 rayedarên leşkerî de ji ber kuştina 7 sivîlên li Pasûrê biryara dozvenekirinê hatibû dayîn. Lêpirsîna li ser biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê ji nûve hatibû destpêkirn, vê carê bi hinceta “demboriyê” serê hat girtin. 
 
Li navçeya Pasûrê ya Amedê di 24’ê mijdara 1991’an de qetlîamek pêk hatibû û 7 sivîl hatibûn kuştin. Têkildarî qetlîamê derbarê 33 rayedarên leşkerî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Derbarê rayedarên leşkerî de biryara dozvenekirinê hatibû dayîn. Dadgeha Destûra Bingehîn biryarê xera kiribû û bi hinceta “binpêkirinê” xwestibû lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin. Vê carê jî bi hinceta “demboriyê” ser lêpirsînê hat girtin.