Rûniştina parêzerên ji ber protestoya qeyûm tên darizandin hat dîtin

  • 13:49 31 Adar 2022
  • Hiqûq
STENBOL - Parêzerên  ji ber protestoya qeyûm tên darizandin diyar kirin ku polîtîkaya qeyûm "haydûtîya polîtik e" û bal kişandin ser tayinkirina qederê ya kurdan bi xwe. 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de 9 parêzerên ji ber ku qeyûmên danîbûn ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, protesto kiribûn, ji sûcê “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanê muxalefet kirine” tên darizandin. Danişîna ewil a doza parêzeran li Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê a 58’emîn hat lidarxistin. Parêzer Avni Guçlu Sevîmlî, Sînan Zincîr, Kemal Aytaç û gelek parêzer di danişînê de amade bûn. Parêzer Yaprak Turkmen a ji dozek din girtî ye ji Girtîgeha Silîvriyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. 
 
Parêzeran parastina xwe kirin û destnîşan kirin ku tiştek ku bibe sûc wan nekiriye û tenê danîna qeyûman protesto kirine. Parêzeran anî ziman ku qeyûmên hatine tayînkirin “rêbir in” û xwestin ji dozê bên beraetkirin. 
 
Heyeta dadgehê xwest îdianame ji Yaprak Turkmen a girtî re bê şandin û biryar da ku parêzerên tên darizandin û beşdarî danişînê nebûne vexwînin danişînê û ji bo delîlan dem bo mudafiyan bê dayîn û danişînê taloqî 26’ê cotmehê kir.