Ji bo kesê Muhterem kuşt neyê cezakirin tu sedem tune ye

  • 15:05 30 Adar 2022
  • Hiqûq
AMED - Ji bo Hasîp Akbulut ê ku Muheterem Akbulut a pê re hatibi zewicandin kuşt, rapora ji bo neyê cezakirin tu sedem tune ye hat dayîn. 
 
7'emîn danişîna doza Hasîp Akbulut ê li navçeya Bismilê ya Amedê Muhterem Akbulut ku pê re hatibû zewicandin qetil kir li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bersûc ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû. Lê parêzerên bersûc û Muheteremê û wekîlê Wezareta Malbat Polîtîkayên Civakî Turan Bagriyanik li daneşînê amade bûn.
 
Di daneşînê de rapora ku ji ber bersûc û parêzerên xwe gotibûn derman bi kar tîne û nikare bê cezakirin hatibû xwestin pîşkêşî heyeta dadgehê hat kirin. Di raporê de hatibû diyarkirin ku ji bo bersûc neyê cezakirin tu sedem tune ye û dikare bê cezakrin. 
 
Makamê îdayê xwest ku encamên DNA'yê yên bersûc xwestine li dosyayê bên zêdekirin û kêmaniyên din ên di dosyayê de bên temamkriin.
 
Herwiha parêzeran jî xest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.
 
Heyeta dadgehê jî ku biryara xwe ya naberê ragihand daneşîn taloqî 16'ê Hezîranê kir.