Ji bo kujerê Efe Tektekîn tenê di navbera 2 sal û 6 salan de ceza xwestin

  • 14:37 24 Adar 2022
  • Hiqûq
AMED - Derbarê polîsê ku bi maşîneya zirxî Efe Tektekîn kuştibû de di navbera 2 sal û 6 salan de cezayê girtîgehê hat xwestin. Danişîna biryarê taloqî 5 roj şûnde hat kirin.
 
Li navçeya Rezana Amedê di 11’ê îlona 2019’an de Efe Tektekîn ê 5 salî ku dixwest dixwest di kolanê re derbasî hember bibe, polîs Îdrîs Aksoy wesayîta zirxî lê qelibandibû û ew kuştibû. Ji sûcê “Bûye sedemê mirina biqisûr” doz li polîs hatibû vekirin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin. Polîsê bersûc ku berê hatibû girtin û piştre hatibû berdan û parêzerên her du aliyan di danişînê de amade bûn. 
 
Li gorî rapora pispor a derbarê bûyerê de hatibû amadekirin polîsê bersûc wek kesê “qusûrek biçûk kiriye” hat dîtin. Her wiha Saziya Tiba Edlî jî raporek amade kir û polîsê bersûc wek kesê “qusûrek biçûk kiriye” dît. 
 
Parêzeran di danişînê de îtîrazên xwe yên li hember rapora hatiye amadekirin pêşkêş kirin û li dosyeyê hatin zêdekirin. 
 
Bersûc îdia kir ku bê sûc e
 
Polîsê bersûc Îdrîs Akosy jî di danişînê de axivî û îdia kir ku ew bêsûc e û xwest bê beraetkirin.
 
Parêzerê bersûc jî xwest ku raporek nû derbarê bûyerê de bê amadekirin. 
 
Parêzerên malbata Tektekîn jî rapora Saziya Tiba Edlî ku bersûc wek “kesê qûsûreke biçûk kiriye” nîşan daye rexne kirin û xwestin raporek nû bê amadekirin. Parêzeran xwest dîmenên wesayîtê ku girtiye jî li dosyeya dozê bê zêdekirin. 
 
Dozger bi hêceta ku daxwazên hatine kirin dê nûjeniyê li darizandinê neke û xwest biryara redkirinê bê dayîn. Serokê dadgehê jî delîlên heyî û raporên Saziya Tiba Edlî li ber çavan girt û daxwaza amadekirina raporek ji nû ve red kir. 
 
Dozger xwest bersûc ji sûcê “bûye sedema mirina biqisûr” ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê birî. 
 
Parêzerên aliyan li dijî mutalaya dozger dem xwestin. Dadger daxwaza demê qebûl kir û danişîn taloqî 29’ê adarê kir.