Li Şehriban Zugurli 7 sal û 9 meh ceza hat birîn

  • 11:31 23 Adar 2022
  • Hiqûq
 
 
AMED - Dadgehê di doza Endama Meclîsê ya Şaredariyê Şehriban Zugurli jê dihat darizandin de 7 sal, 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Şehribanê birî. 
 
Rûniştina doza Endama Meclîsê ya Şaredariyê Şehriban Zugurli bi hinceta "endamtiya rêxistinê","serîrakirina ji bo peywirê bi cih nîne" jê dihat darizandin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Şehriban a negirtî tê darizandin û parêzerê wê Gulan Çagin Kaleli li rûniştinê amade bûn. 
 
Şandeya dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistinê","serîrakirina ji bo peywirê bi cih nîne"  7 sal, 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Şehribanê birî.