Ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin heta 15 salî ceza hat xwestin

  • 13:33 18 Adar 2022
  • Hiqûq
AMED - Di îddeanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin hatiye amadekirin de heta 15 salî ceza hat xwestin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 4'ê sibatê de polîsan bi ser mala rojnameger Nûrcan Yalçin de girtibûn û Nûrcanê kiribûn bin çavan. Nûrcanê bi şerdê kontrola edlî di 7'ê Sibatê de hat berdan. Dozgeriyê derbarê Nûrcanê de bi hinceta "Alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê" îddianema amade kir. 
 
Roportajên ku di serdema pevçûna li Sûrê Nûrcanê girtibûn wekî sedema sûc hatin nîşandan. 
 
Dozgeriyê derbarê Nûrcanê de bi hinceta "Alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê"15 salî ceza xwest. 
 
Îddianameya hat amadekirin ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û rûniştina ewil dê di 17'ê Gulanê de bê dîtin.